CÎK: Erdogan ê bûye Fîrewn, ranaweste
CÎK'ê girtina qenalên televîzyon û radyoyê yên mûxalîf, şermezar kir. CÎK'ê da xuyakirin, ku ev yek zilm e û bang hemû oldarên rast û bindestan kir, ku li ber vê zilmê rabin.
CÎK'ê girtina qenalên televîzyon û radyoyê yên mûxalîf, şermezar kir. CÎK'ê da xuyakirin, ku ev yek zilm e û bang hemû oldarên rast û bindestan kir, ku li ber vê zilmê rabin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li ser girtina qenalên televîzyon û radyoyê yên mûxalîf, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Erdogan ê bûye Fîrewn, ranawest e" û hat destnîşankirin, ku hêrsa desthilatdariyê ya Erdogan, civaka Tirkiyeyê dixe nava felaketê.
'ERDOGAN TIRKIYE KIRIYE GOLA XWÎNÊ'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotni, "Erdogan û Kemalîstên kesk, ku bajaran dişewitînin, goristanan xera dikin, di kuştina mirovan de sînoran nas nakin, welatên Tirk û Tirkiye kirine gola xwînê û dergûşa mirovahiyê Kurdistan serûbin kirine, ji bo pêkanîna tûranîzmê heta jê tê gunehan dikin."
'EV ZILM WÊ TÊK BIÇE'
Civaka Îslamî ya Kurdistanê da xuyakirin, ku Erdogan-AKP û alîgirên wan, nikarin tehemûl bikin ku nûçeyên rast bigihêjin gel û wiha dewam kir: "Vî fîrewnî û alîgirên wî, li dijî hemû saziyên çapemeniyê yên mîna wî tûranî û faşîst nafikirin, şer îlan kirine. Ji bilî çapemeniya xwe ya derewîn, tehemûlî kesî nake. Ev zalimtî wê li cihekî biqede. Em bang li oldarên rast û bindestan dikin, ku li ber vê zilmê rabin. Zû yan jî dereng, ev zilm wê têk biçe. Yên bûne hevparê vê zilmê yan jî yên li dij derneketine, wê li vê dinyayê û li ya din her tim gunehkar bin.
Weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê em vê zilmê şermezar dikin û piştgiriyê didin yên zilm li wan tê kirin."