Cîhan tev wê 23-24'ê Adarê ji bo Efrînê bimeşe
Ji bo Efrînê kampanyayeke navneteweyî dest pê dike. Ji kesayetên navdar ên cîhanê koordînasyonek ava bû. 24'ê Adarê wê li tevahiya cîhanê ji bo Efrînê meş bê kirin.
Ji bo Efrînê kampanyayeke navneteweyî dest pê dike. Ji kesayetên navdar ên cîhanê koordînasyonek ava bû. 24'ê Adarê wê li tevahiya cîhanê ji bo Efrînê meş bê kirin.
Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê, ji bo hêzên navneteweyî li dijî êrîşên li ser Efrînê bixe nava liv û tevgerê dest bi hewldanan kiribû.
Kampanya navneteweyî ya ji bo Efrînê ji aliyê akademîsyen, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar, parlamenter ên li cîhanê navdar in û komên dostaniya bi Kurdan hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de koordînasyoneke navneteweyî ava bû.
Di çarçoveya kampanyayê de biryar hate dayin ku roja 24'ê Adarê li gelemperiya cîhanê meşên protestoyî bên lidarxistin. Kampanya heta ku dagirkerî biqede wê bi semîner, konferans û çalakiyên cihêreng li her derê biome.
19'Ê ADARÊ JÎ WÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÊ KIRIN
Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê ragihandibû ku wê 19'ê Adarê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya greva birçîbûnê pêk bîne. Gelek parlamenter, şaredar û rewşenbîr wê tevlî çalakiyê bibin.
Ji 19'ê Adarê heta 29'ê Adarê di serî de Bruksel wê li paytextên gelek welatên Ewropayê çalakî bên lidarxistin.
DAXWAZÊN PLATFORMÊ
Platformê çend roj berê daxuyaniyek dabû û ev daxwaz anîbû ziman:
"Neteweyên Yekbûyî (NY) divê bi lezgînî bicive, ji bo Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya li Sûriyeyê tevibgere biryarên pêkanînan bigire û mekanîzmayên xwe bi kar bîne.
Ev dagirkeriya dewleta Tirk li gorî qanûn û pîvanan sûc e. Ji ber vê yekê divê ji aliyê dîplomatîk, aborî û leşkerî ve tavilê ambargo li ser dewleta Tirk bê ferzkirin.
Ji bo careke din êrîşa dagirkeriyê neyê kirin, pêşî li jenosîdê were girtin û li herêmê aramî û ewlekarî bibe, seranserê sînorê Bakurê Sûriyeyê weke 'herêma li firîna balafiran qedexe' bê ragihandin.
Ji bo pêşî li kuştina zarok, extiyar, jin û mirovên nexweş were girtin, hemû saziyên navneteweyî alîkariya însanî û tenduristiyê bidin gelê Efrînê.
Efrîn di nava 7 salên şerê Sûriyeyê de herêma herî aram û demokratîk e. Divê Tirkiye ji ber êrîşên xwe, ji ber kuştina jin û zarokan, ji ber komkujiya sivîlan li dadgehên navneteweyî were darizandin. Em bang li raya giştî ya demokratîk, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin."
KESAYETÊN DESTEKÊ DIDIN KAMPANYAYÊ
Kesayetên destekê didin kampanyayê:
Villo Sigurdsson | Danmark | NGO | |
Andy Carl | |||
Angie Gonzales | Netherlands | NGO | |
Ahmet Insel | France | press | |
Ana Maria Palacios | Basque Country | Other | |
Arturo Salerni | Italy | legal | |
Barbara Spinelli | Italy | Legal | |
Benjamin Abtan | ONG | ||
Costas MAVRIDES | MEP | ||
David Graeber | UK | Other | |
Debbie Bookchin | USA | Press | |
Engin Sustam | France | Other | |
Estella Schmid | |||
Fabio Marcelli | Italie | Legal | |
Federico Venturini | UK | Professor | |
Georges Henri Beauthier | Belgique | Legal | |
Gérard Chaliand | France | Other | |
Hayko Bağdat | Turkey | Other | |
Heike Geisweid | Germany | NGO | |
Husnu Yilmaz | Switzerland | Legal | |
Janet Biehl | United States | Press | |
jonathan spyer | Israel | Press | |
joost jongerden | Netherlands | Other | |
Joseph Ryan | uk | other | |
Julie WARD | |||
Jun Sasamoto | Japon | legal | |
Jurgen Klute | Germany | former MEP | |
Kariane Westrheim | |||
LAURENCE ROQUES | france | legal | |
Leo Francis Saldanha | |||
Dr Les Levidow | |||
Lotta( Lise-Lotte) Johnsson Fornarve | Sweden | legal | |
Louise Regan | Uk | other | |
Ludo De Brabander | |||
Margaret Owen | |||
Marie-Christine Vergiat | |||
Miren Gorrotxategi Azurmendi | Espagne | legal | |
Noura RAAD | France | NGO | |
Ögmundur Jónasson | Iceland | other | |
Oihana Etxebarrieta | Pays Basque | Autre | |
Olivier Stein | Belgium | legal | |
Patrice Franceschi | France | Other | |
Patrick LE HYARIC | France | Autre | |
Robert Sabata Gripekoven | Catalonia | Other | |
Simon Dubbins | UK | ||
Stefano Squarcina | Italie | Other | |
Stéphane Breton | France | autre | |
Teresa Forcades | |||
Thomas Jeffrey Miley | UK | Professor | |
Thomas Schmidt | Germany | Legal | |
Tony Simpson | UK | NGO | |
torre pascal | France | autre | |
Vania Silva Martins | Portugal | NGO | |
Dr Vicki Sentas | |||
Yves-Jean Gallas | France | NGO |