'Cih: Roboskî. Yê hatiye qetilkirin: Mirovatî. Yê qetil kiriye: Dewlet'
'Cih: Roboskî. Yê hatiye qetilkirin: Mirovatî. Yê qetil kiriye: Dewlet'
'Cih: Roboskî. Yê hatiye qetilkirin: Mirovatî. Yê qetil kiriye: Dewlet'
Welatiyan li gelek navendan salvegera Komkujiya Roboskî ya 34 welatî têde hatin qetilkirin, bi çalakiyan şermezar kirin.
STENBOL
Rêxistina HDP’ê ya Fatîh û Înîsiyatîfa Biratiya Piştevaniya Çandê ya Samatya ji bo bîranîna Komkujiya Roboskî û welatiyê ermenî Marîtsa Kuçuk ê heman salê hat qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de destpêkê li Meydana Kocamustafapaşa stand hat vekirin. Di standê de aktîvîstên ku bi daxwaza “dadgehkirina berpirsiyaran” îmze kom kirin, ji aliyê din ve jî belavokên bi serenava “Me Roboskî ji bîr nekir” hatin belavkirin.
ENQERE
Ji aliyê Hewldana ji Fikir re Azadî ya Enqere li Odeya Muhendisên Jeolojî paneleke bi mijara, "Ji Roboskî heta Komkujiyên Girtîgehan li Tirkiyeyê Dîroka Şîddetê” pêk hat. Di panela ku moderatoriya wê Evîn Konu bû, wek axaftvan; Ahmet Abakay, Fîkret Başkaya, Kazim Bayraktar, Îsmaîl Beşîkçî, Kadîr Cangizbay, Saît Çetînoglu, Temel Demîrer, Ramazan Gezgîn, Mahmut Konuk û Sîbel Ozbudun tevlî bûn.
KONYA
Bi wesîleya duyemîn salvegera Komkujiya Roboskî li Konya jî ji aliyê Meclîsa Ciwanên BDP’ê li ber Alaattîn Îş Bank daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de dirûşmayên, "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan”, "Wê dewlet hesab bide gel” û “Şehîd namirin” hatin gotin. Piştî daxuyaniyê li Şaxa Egîtîm Sen a Konya sînevîzyona der barê Komkujiya Roboskî de hat temaşekirin.
NÎGDE
Komkujiya Roboskî ji aliyê Rêxistina Bajêr a HDP’ê û hêzên demokrasî û kedê ve bi daxuyaniyekê ve hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “AKP îstîfa îktîdar ji gel re” hat vekirin.
WAN
Bi sedan welatî û endamên sendîkayan ku li ber Platforma Şaxên Wanê ya KESK’ê kom bûn Komkujiya Roboskî bi meşekê şermezar kirin. Endamên sendîkayan berdilkên reş û spî ku li xwe kirin bi pankarta “Eger em Roboskî ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe” vekirin. Kedkaran dirûşmayên “Şehîd namirîn”, “Bijî Serok Apo” û “Qatilê Roboskî ji Kurdistanê bicehime” gotin. Dema girse gihişt ber Parka Feqiyê Teyran ji bo 34 welatiyên di komkujiyê de hatine qetilkirin deqiqeyek rêzgirtin pêk hat.
MÛŞ
Li Mûşê jî di pêşengiya Rêxistina BDP’ê ya Mûşê de bi armanca şermezarkirina Komkujiya Roboskî meşek hat lidarxistin. Di meşa ku ji ber avahiya partiyê heta şaredariyê dewam kir, ligel bi sedan welatiyan endam û rêveberên , MED-DER, KESK, TUHAD-DER, HDP, MEYADER, DOKH jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê Rêveberê BDP’ê yê Bajêr Hîlmî Gulnaz diyar kir ku divê kiryarên Komkujiya Roboskî bên dîtin û dadgehkirin.
ÎDIR
Ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskî li avahiya Rêxistina Îdir a BDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Rêxistina BDP’ê ya Îdir Mehmet Anar hat xwendin. Ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyek rêzgirtin pêk hat, wêneyên wan li ser derenceyan hatin rêzkirin û mûm hatin pêxistin.
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Îdir jî li Meydana Şaredariyê bi armanca şermezarkirina Komkujiya Roboskî lîstikeke şano pêşkêş kirin.
ÎZMÎR
Desteya Koordînasyona Bajêr a Îzmîrê ya TMMOB, Nûnertiya Hêrêmê ya Ege ya DÎSK’ê, Platforma Şaxên Îzmîrê ya KESK’ê, bi boneya bîranîna kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane li ber Gara Basmane hatin gel hevdu û heta avahiya Konak a AKP’ê meşek li dar xistin.
ANTALYA
Dîsa li Antalyayê jî Hêzên Ked û Demokrasiyê , ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskî li ber Halk Bank hatin gel hevdu heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Abdulbakî Karaagaç ê li ser navê komê axivî got ku meha Kanûnê meheke wiha ye ku di 90 salên dîroka Cumhuriyetê de gelek komkujî pêk hatine.
ISPARTA
Li Isparta jî xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel, bi armanca şermezarkirina Komkujiya Roboskî li ber Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngehê hatin gel hevdu û heta Dogu Duraklari meşiyan. Xwendekaran di meşê de pankarta, "1, 2, 3....32, 33, 34 Dîrok: 28.12.2011. Cih: Roboskî. Yê hatiye qetilkirin: Mirovatî. Yê qetil kiriye: Dewlet” vekirin û dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Isparta îsyan e ji Roboskî re silav e” gotin. Di dema daxuyaniyê de di navbera xwendekar û polîsan de alozî çêbû.
AYDIN
Yek ji cihên ku Komkujiya Roboskî lê hat şermezarkirin jî Aydin bû. Di pêşengiya Rêxistina BDP’ê ya Aydin de girseya ku li ber avahiya partiyê kom bû heta Kolana Sevgî Yolu meşiyan. Di meşê de dirûşmayên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin gotin.
NAZÎLLÎ
Li navçeya Nazîllî jî di pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê de bi sedan kesên li ber Parka Şaredariyê kom bûn bi armanca şermezarkirina komkujiyê daxuyaniyek dan.
Piştî daxuyaniyê xwendekaren Zanîngeha Adnan Menderes bi armanca şermezarkirina Komkujiya Roboskî skeçek pêşkêş kirin.