Cigirê Midûrê Giştî yê Halkbankê Atîlla hate binçavkirin
Cigirê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla, li Balafirgeha JFK a New Yorkê hate binçavkirin.
Cigirê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla, li Balafirgeha JFK a New Yorkê hate binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Mehmet Hakan Atîlla, di çarçoveya doza Riza Sarraf a tê darizandin ku ji bo ambargoya li ser Îranê bide şikandin û dirav vegûhêze, hatiye binçavkirin.
Çavkaniyên Wezareta Edaletê ya Amerîkayê jî binçavkirina Mehmet Hakan Atîlla jî pirtrast kir. Tê payîn ku Atîlla îro li gorî saeta hermî di saetên piştî nîvroyê de bibin pêşberî dadger.