Cezayê pereyê dan Emîne Şenyaşar
Cezayê pereyê dan Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya “heqaret” li Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî kiriye doz hatibû vekirin.

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê da destpêkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar Nobeta Edaletê di roja 846’an de veguhezandin ber Wezareta Edaletê ya li Enqereyê. Yekemîn danişîna dozê ya der barê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê yên li Rihayê di roja 86’an a nobetê de (2’ê Hezîrana 2021), bi binceta “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî re kiriye hatibû vekirin ku piştre ji hev hat cudakirin, hat dîtin. Şenyaşar ji ber ku li Enqereyê emaliyat bû, nekarî beşdarî rûniştina dozê bibe ku hinceta “heqaret” li Yildiz kiriye, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Rihayê hat dîtin. Parêzerên Şenyaşar tevlî rûniştinê bûn.
Ji Parêzerên Malbata Şenyaşar Mehmet Alî Aslan got, “Em van lêpirsînan weke polîtîkaya çavtirsandinê ya ji bo bidawîkirina Nobeta Edaletê dibînin.” Ji parêzerên malbatê Ayşe Şehrîban Demîrel û Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê Meral Halat jî axivîn.
Heyeta dadgehê 5 hezar û 800 TL cezayê pereyê li Emîne Şenyaşar birîn.