Cezayê ‘pere’ dan polîsê ku bi wesayîta zirxî Kurdek qetil kir
Li Amedê Polîs Hakan Avci bi wesayîta zirxî endezyar Cîhan Can, qetil kir. 21 hezar û 200 TL ceza dan polîs Avci.
Li Amedê Polîs Hakan Avci bi wesayîta zirxî endezyar Cîhan Can, qetil kir. 21 hezar û 200 TL ceza dan polîs Avci.
Di sala 2019’an de polîsê bi navê Hakan Avci bi otobûsa zirxî li endezyar Cîhan Can xist û qetil kir. Têkildarî mijarê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Kekên Can û parêzerê wî Fûat Coşacak di danişînê de amade bûn. Bersûc Hakan Avci tevlî danişînê nebû.
Di rûniştina berê de dozgerê komarê diyar kiribû ku li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) polîsê bersûc Avci ji sedî 100 biqisûr e û xwestibû Avci bi sûcê jê tê sûcdarkirin bê cezakirin. Dozgerî di vê danişînê de jî heman mutalaa dubare kir.
Têkildarî darizandinê îfadeyên herî dawî yên kekên Can û parêzerê wî hate guhdarîkirin. Kekên Can û parêzer Coşacak diyar kirin ku sûcê bersûc kiriye neguhere û xwestin bi cezayê hefsê were cezakirin. Parêzerê bersûc jî xwest ku miwekîlê wî were berdan.
Piştî parastinan, dadgehê biryar xwe da. Dadgehê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina Cîhan Can” 3 sal cezayê hefsê da. Lê belê cezayê bersûc Avci ji 6 paran yekî daxist û ev ceza veguherand cezayê pereyan. Dadgehê biryar da ku Avci 21 hezar û 200 TL’an bide.