Cezayê girtîgehê ku li 24 siyasetmedaran hatibû birîn, hate erêkirin

Dadgeha Bilind cezayê di doza “KCK Geverê” de li 24 siyasetmedaran hatibû birîn, erê kir.

1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di sala 2019’an de li 24 siyasetmedarên Kurd ji 8 salan heta 17 salan cezayê girtîgehê biribû. Daîreya 3’yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind ev cezaye erê kir. Dadgeha Bilind, ji bo cezayê li Hevşaredara Geverê Remziya Yaşar ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û 23 kesan hatibû birîn weke “li gorî hiqûqê ye” nirxand. 

Dadgeha Bilind îdia kir ku delîl li gorî hiqûqê hatine bidestxistin û biryareke wijdanî hatiye dayîn. Dadgeha Bilind, serlêdana bersûcan a ji bo temyîzê jî bi hinceta “derhiqûqtiyên bandorê li hukmê bike tune ne” red kir.