Cezayê Demîrtaş û Onder hate qebûlkirin

Piştî biryara DMME'yê ya  li ser berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daraza Tirk bi lez cezayê Demîrtaş û parlamneterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder qebûl kir.

26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi sûcê ‘propagandaya rêxistina çekdarî ya terorê’ 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da Demîrtaş û 3 sal û 6 meh ceza jî da Parlamenterê berê yê Enqerê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder. Demîrtaş û Onder ji bo van cezayan itiraz kiribûn.

Daîreya Cezayê Duyemîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Stenbolê cezayên Demîrtaş û Onder qebûl kir. Bi vî awayî cezayê Demîrtaş û Onder diyar bû. Ev cezayê ji bo Demîrtaş hatî dayîn balkêş e ku piştî biryara berdanê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ye.