Cezayê Balûken hate pejirandin
Cezayê ku li parlamenterê berê yê HDP'ê û endamê heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken hate birîn, ji aliyê 16. Daîreya Dadgeha Bilind ve hate pejirandin.
Cezayê ku li parlamenterê berê yê HDP'ê û endamê heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken hate birîn, ji aliyê 16. Daîreya Dadgeha Bilind ve hate pejirandin.
Daîreya Ceza ya 16. a Dadgeha Bilind, cezayê 7 sal û 6 mehan ê ku dadgeha herêmî bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" li parlamenterê berê yê Amedê Îdrîs Balûken birîbû, pejirand.
8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê roja 4'ê Çileyê ji sûcê "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh, ji sûcê "propaganda rêxistinê" 4 caran 4 sal û 7 meh, ji sûcê "rabûna li ber qanûna meş û xwepêşandanan" 4 caran 4 sal û 7 meh ceza li Balûken birîbû.
4. Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêma Dîlokê, 23 Gulanê biryara dadgeha herêmî nirxandibû û cezayên hatibû birîn di cih de dîtibû.