Ceyhan: Deynê me yê li gel neqediya

Ozhan Ceyhan ku ku tevlî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bûyî û piştre çalakiya xwe veguherandî rojiya mirinê got, ji ber çalakiyê ew kêfxweş in û hê jî deyndarî gel in.

Ozhan Ceyhan ku yek ji berxwedêrê grevê û rojiya mirinê bû, got, ‘’Dewletê dema ku dîtî îradeya me ne blof e ji bêgavî bi paş ve gav avêt. Em tam negihiştin armanca xwe lê me derî lê vekir ku tecrîd were şikandin. Li ser vê xalê em têkoşîna xwe didomînin.’’

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku 7’ê Mijdara 2018’an bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û bi tevlêbûna bi hezaran girtî dom kirî, di roja 200’î de hate qedandin. Ozhan Ceyhan ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê dest bi grêva birçîbûnê kirî 30’ê Nîsanê grêva birçîbûnê kire rojiya mirnê. Ceyhan ku 26 rojan di rojiya mirinê de mayî, li ser nameya Ocalan li gel hevalên xwe yên din dawî li çalakiya xwe anîn.

Ozhan Ceyan ku di nav koma pêşî ya rojiya mirinê de bû, got,  helwesta Leyla Guven rê li wan vekiriye, dest bi grêva birçîbûnê ya ku 2016’an taloq kiribûn, kirine û got, ‘’Armanca çalakiyê, şêwaza domandina wê, cidîyeta wê pir girîng bû. Lê her wiha bi esasî rexnedayina wê bû, ku dema li derve, dema ku em neketin zindanan ya tişta ku me nekirî. Helbet, pêşî lêxwedîderketinek bû. Heke hûn civakekê bê rêber, bê pêşeng, bê lîder bihêlin hûn damarê jiyanê lê dibirin. Diviya li dora rêzdar Ocalan em li hev asê bibûna.’’

ME BLOF NEDIKR, NEHATE FÊHMKIRIN

Ceyhan got li gel 15 hevalên xwe dest bi rojiya mirinê kirnie û wiha domand: ‘’Dewleta ku dîtî îradeya me ne blof e, bêgav ma ku bi paş ve gav bavêje. Em tam negihiştin armanca xwe, lê me derî li şikandina tecrîdê vekir. Li ser vê xalê em têkoşîna xwe didomînin. Dema greva birçîbûnê ez li derve tevlê bûm. Me giyan, kêfxweşî û şadiya hevalên li zindanê hîs dikir lê vê carê, giyanê ku em li zindanê jiyan, me bi gelê xwe neda jiyîn. Hinekî kêmasiya vê hebû.’’

EM DEYNDARÎ GELÊ XWE NE

Ceyhan amaje bi gotina, ‘’Li ser gora me ‘deyndarî gelê xwe ye’ binivisin’ ‘  a Xeyrî Durmş bi bîr xist û got, ‘’Dema ku me dest bi çalakiyê kir me ev ji kûr ve hîs kir. Me bi coşî û şahiya vê çalakiya xwe berdewam kir. Ev şahî nayê gotin. Xwezî me karîbûya ku vê bibêjin. Em bi wê xemgîniyê ne ku hê jî em deydarî gelê xwe ne. Armanca me ew e ku em deynê xwe kêm bikin. Giyanê me, gelê me, xaka me û Rêzdar Ocalan e.’’