Çetîn: Zîhniyeta ku Hrant Dînk qetil kir, li ser kar e

Di 9. salvegera qetilkirina Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de, parêzera malbata Dînk Fethiye Çetîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta DAIŞ qetil kir, hînê li ser kar e.

Di 9. salvegera qetilkirina Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de, parêzera malbata Dînk Fethiye Çetîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta DAIŞ qetil kir, hînê li ser kar e.

Hevala Dînk û parêzera malbatê Fethiye Çetîn, asta dozê ya piştî 9 salan nirxand û anî ziman ku di nava du salên dawî de kêm jî be, di dozê de gavek hatiye avêtin. Çetîn diyar kir ku di avêtina vê gavê de raya giştî, rojnamevan, demokrat û mirovên xwedî wijdan ên dev ji dozê bernedan, xwedî pareke mezin in û da zanîn, ku girîng e lêpirsîn were dewamkirin. Çetîn diyar kir ku divê gilînameya hatiye amadekirin bi tenê bi polîsan re bi sînor nemîne û bibîr xist, ku di rewşeke ku lêpirsînê xwe gihandibû kesê di sûîqestê de diyarker e Serokê Daîreya Îstîxbaratê Engîn Dînç de, dozger Gokalp Kokçu ji wezîfeyê hatiye girtin. Çetîn got, "Hêvîdarim wê ji vê şaşîtiyê vegerin û wê dozgerê nû jî li ser şopa dozgerê berê bimeşe."

Çetîn da xuyakirin ku lêpirsîn di asta lêkolînkirina rola jendermeyan a di cînayetê de ye û destnîşan kir, ku divê ev yek bê dewamkirin.

'ÊDÎ BES E, GELO AQLÊ ME HÎNÊ NEHATIYE SERÊ ME?'

Çetîn piştgirî da akademîsyenên ji ber weşandina danezana aştiyê bûn hedef û anî iman ku ev kampanya lîncê nikare bê qebûlkirin. Çetîn ragihand, zîhniyeta ku Hrant Dînk qetil kir hînê li ser kar e û da zanîn ku ev zîhniyet û rêbaza wê jî nehatiye guhertin. Çetîn got, "Yên ku vê biguherînin jî em in. Em ê piştgiriyê bidin mirovên rastî lîncê tên û em ê kampanyayên lîncê pûç bikin." Çetîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Berê xwedî li Hrant nehat derketin, lewma Tahîr Elçî hat lînckirin. Îro jî akademîsyen tên lînckirin. Êdî bes e gelo aqlê me hînê nehatiye serê me? Em êdî xwedî li akademîsyenan û her kesên rastî lîncê tên, derkevin."