Çeteyên DAIŞ li Leîpzîg hatin şermezarkirin
Çeteyên DAIŞ li Leîpzîg hatin şermezarkirin
Çeteyên DAIŞ li Leîpzîg hatin şermezarkirin
Li bajarê Leîpzîg ê Elmanya Kurd û enternasyonalîst ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê mîtîngek li dar xistin.
Îro saet di navbera 17.00 û 18.30’an de ku mîtîng hat lidarxistin, pankarta bi Elmanî ya êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar dikir, hat daliqandin û axaftinên ji bo civaka navneteweyî bilez bikeve nav tevgerê hatin kirin.
Di çalakiyê de dirûşmayên dilsoziya bi YPG û Kobanê re hatin gotin û nêzî 500 kes beşdarî meşê bûn. Gelek çepgirên Elman û Îsraîlî jî tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de piştgiriya dewleta Tirk a ji DAIŞ re jî hat şermezarkirin.