Çeteyên DAIŞ’ê welatiyek bi îşkenceyê kuşt
Çeteyên DAIŞ’ê welatiyek bi îşkenceyê kuşt
Çeteyên DAIŞ’ê welatiyek bi îşkenceyê kuşt
Welatiyekî ji bajarê Cerablusê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin, bi îşkenceyê hate kuştin.
Çavkaniyên ji bajarê Cerablusê diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ`ê beriya 3 rojan welatiyê bi navê Mehemed Selîm revandibûn. Çavkaniyan dan zanîn ku Mihemed Selîm sê rojan ji aliyên çeteyan ve hatiye îşkencekirin û di encmê de jiyana xwe jidest daye. Hate gotin ku çeteyan piştre jî cenazeyê Selîm avêtiye kolanê.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku dema welatiyên bajêr xwestine cenazeyê Selîm defin bikin, komên çete bi tangan êrîş kirine û nehiştine ku cenaze li Cerablusê bê definkirin. Li ser vê yekê welatî neçar mane ku cenazeyê Mihemd Selîm li bajarê Minbicê defin bikin.
Komên çete yên DAIŞ`ê di demên dawî de bi dehan welatiyên kurd ên Cerablusê revandine û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.