Çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê gef li Elewiyan xwarin!

Çeteyên DAIŞ'ê, gefa êrîşê li Elewiyên li Dîlokê xwarin.

Taxa Duztepe ya Dîlokê, ku Mala Cem a Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Haci Bektaşî Velî jî lê ye û piraniya şêniyên wê Elewî ne, bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ye

Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, bi hinceta ku mala cem lê ye, gefa êrîşê li tevahiya taxê xwarin.

'JIYANA ME NE EWLE YE, DI HER KÊLIYÊ DE DIKARIN ÊRÎŞ BIKIN'

Li gorî nûçeya BîrGun, şêniyekî taxê yê nexwest navê xwe aşkera bike, anî ziman ku ewlekariya jiyana wan nîne û hin kesên li malên hucre yên DAIŞ'ê yên li Dîlokê dijîn, dibe ku êrîşî wan bikin.

Li Dîlokê gefa DAIŞ'ê careke din hatibû dîtin, Du encamên DAIŞ'ê çûbûn kargeha rêveberekî berê yê HDP'ê yê navçeya Şahînbeyê û çek lê kişandibûn. Di heman rojan de komek endamên DAIŞ'ê li Serokatiya DBP'ê ya Navçeyê, gefa kuştinê li DBP'yiyan xwaribû.

LI SEMSÛRÊ JÎ GEF XWARIN, LÊ DEWLET BÊDENG MA

Çeteyên DAIŞ'ê li Semsûrê jî gef li Elewiyan xwaribûn û çeteyên ku weke firoşkarên xaliyan çûbûn gundan, ji gundiyan pirsa 'çend gundên Elewiyan li Semsûrê hene' kiribûn. Tevî ku ji ber van gefan agahî ji rêveberên dewletê re hatin dayîn jî, lêpirsîn li ser mijarê nehat vekirin. Elewiyên li bajêr jî ji neçarî nobed li ber malên xwe girtin.