Çeteyên DAIŞ’ê careke din li sînor hatin dîtin
Çeteyên DAIŞ’ê careke din li sînor hatin dîtin
Çeteyên DAIŞ’ê careke din li sînor hatin dîtin
Çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê rojhilat, rojava û başûr ve êrîşan bi ser Kobanê ve dibin, hat dîtin ku li eniya rojava li girê Til Şeîr yê li beranberî gundê Boydê mewziyan dikolin. Çeteyên ku di navbera wan û leşkerên Tirk de 100 metre hebû, kesekî ku li pişt têlên sînor bi motosîkleta xwe diçû gulebaran kirin, heta rêya trênê hatin û bi rehetî geriyan.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê bi rojan didome û YPG-YPJ’ê li dijî wan têkoşînek mezin didin. Çeteyên ku eniya Rojhilat û Başûr hewl didin bikevin Kobanê, li herêma Rojava jî mewziyan çêdikin. Hat dîtin ku li girê Til Şeîr ê li beranberî gundê Boydê ye mewziyan dikolin. Li girê ku nêzî 10 çete hebûn bi YPG’ê re ketin şer. Pitşre jî bi rehetî geriyan û kesekî ji Kobanê jî ku bi motosîkleta xwe digeriya gulebaran kirin.