Çeteyekî DAIŞ ê vegeriya Elmanya tê darizandin
Çeteyekî DAIŞ ê vegeriya Elmanya tê darizandin
Çeteyekî DAIŞ ê vegeriya Elmanya tê darizandin
Ciwanekî ku piştî tevlî çeteyên DAIŞ bû poşman bû û vegeriya Elmanya tê darizandin. Ciwanê Kosovayî yê bi navê Kreşnîk B.diyar kir ku tevlî DAIŞ bûye û piştî çeteyan bi rêxistinên din de şer kirin biryar daye ku ji wan veqete.
Di doza li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Franfurt (OLG) de Îfadeya nivîskî ya Kreşnîk B. ji aliyê parêzerê wî Mutlu Gunal ve pêşkeşî heyeta dadgehê hat kirin. Li gor vê, ciwanê Kosovayî di havîna sala 2013’an de çûye Sûriye û soza dilsoza bi çeteyên DAIŞ re daye. Ciwan diyar kiriye ku ji bo li hember rejîma Suriye û serokê wê Beşar Esad şer bike tevlî DAIŞ bûye û di 3 pevçûnan di eniya paşde cih girtiye.
Çeteyê berê yê DAIŞ diyar kir ku şerê DAIŞ ê bi rêxistinên din ê muxalif re di serê wî de pirs çêkirine û got: “Çima li hember hev şer dikirin min fêm nekir. Ji ber vê min xwest ez vegerim malê.”
Kreşnîk B. ku hê te darizandin, di meha Kanûnê de vegeriyabû Elmanya û li Balafirgeha Franfurt hatibû binçavkirin. Der barê ciwan de bi sedema, ‘Endamtiya rêxistineke terorê ya biyanî' doz hatibû vekirin. Kreşnîk B. ê di dawiya vê mehê de wê parastina xwe ya devkî bike eger li sûcê xwe mikur bê hatibû pêşniyarkirin ku di navbera 3 sal û 3 meh û 4 sal û 3 mehan de ceza lê were birîn.
Li gor rayedarên ewlekariya Elman, nêzî 450 kes bi armanca tevlî DAIŞ bibin çûne Sûriyeyê. Tê texmînkirin ku ji wan 150 kes vegeriyane Elmanya.