Çeteyan 2 cotkarên Kurd revandin
Çeteyan 2 cotkarên Kurd revandin
Çeteyan 2 cotkarên Kurd revandin
Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) 2 cotkarên Kurdê yên di zeviyên xwe yên nêzî bajaroka Til Hasil kar dikirin de revandin û birin cihekî ne diyar.
Çavkaniyên herêmî ragîhandin ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) welatiyên Kurd yên bi navê Welîd Hecî Cemo Tobal ê ji bajaroka Til Hasil û Şewax ê ji gundê Hesîn a li nêzî Til Hasil revandin. Çavkaniyan destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên di kargeha kablên ceyranê ya li nêzî bajaroka Til Hasil a Helebê xwe bi cihkirine roja duşemê wesayîta welatiyên kurd destserkirine û ew jî revandine cihekî ne diyar. Li gorî agahiyan komên çete bi hovane îşkenceya li herdû cotkarên kurd kirine.
Hate gotin ku malbatên herdû cotkarên kurd li navendên DAIŞ’ê yên herêmê geriyane û tevî hemû hewldanan derheqê herdû cotkarên kurd de ti agahî ne hatine bi destxistin.
Heman çavkaniyan destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê 2 roj beriya niha li bajaroka Til Hasilê bi sedema lêgerîna çekan ketine malên welatiyan û talan pêk anîne.