Çete sivîlan qetil dikin
Di meha Nîsanê de Çeteyên DAIŞ’ê bi hinceta ku piştgirî dane YPG’ê 130 welatiyên Sûriyeyê qetil kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê di raporeke xwe de ku li ser malpera fermî weşandiye, diyar kir çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Hesekê, Heleb, Şam, Reqqa, Dêra Zora, Hums û Hema yên Sûriyeyê di navbera 28’ê Adarê û 29’ê Nîsanê 3 zarok û 11 jin jî di nava de 130 welatiyên Sûriyeyê qetil kirin. Çeteyan bi sûcdariyên cuda û piştgiriya hêzên YPG’ê di nava de welatî qetil kirine.
Rêxistinê destnîşan kir 3 zarok, 11 jin bi giştî 92 sivîl li parêzgehên Hesekê, Reqqa, Hema, Heleb, Dêra Zorê, Hums û Şamê bi sûcdariyên piştgiriya hêzên YPG’ê jî di nava de, danîna bendên kontrolê, sihirbazî, têkiliya bi rejîmê re, kufir û her wekî din qetil kirine. Serê hinekan ji wan di meydanan de hatin jêkirin û hin jî hatin gulebarankirin.
Di raporê de hate gotin ku 24 çekdarên muxalefeta Sûriyeyê û 14 leşkerên rejîmê li gelek deverên Sûriyeyê hatin kuştin.