Çerkesên xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin dibêjin HDP
Hewldanên HDP'ê yên ji bo civandina hemû cihêrengiyan, dewam dikin. Çerkesên li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê serî radikin, di vê hilbijartinê de destekê didin HDP'ê.
Hewldanên HDP'ê yên ji bo civandina hemû cihêrengiyan, dewam dikin. Çerkesên li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê serî radikin, di vê hilbijartinê de destekê didin HDP'ê.
Hewldanên HDP'ê yên ji bo civandina hemû cihêrengiyan, dewam dikin. Çerkesên li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê serî radikin, di vê hilbijartinê de destekê didin HDP'ê.
Çerkesên ku yek ji komkujiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê bi serê wan de hat û li gelek welatên cîhanê hatin belavkirin, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li welatên lê ne rast tên, kêm maye çand û zimanê xwe winda bikin. Çerkesên bi qasî 150 sal in li dîasporayê dijîn, li welatên koç kirine û xwe mîna 'mêvanan' lê dibînin, ji bo bi dewletan re neyên pêşberî hev, bi hesasî tevgeriyane û jiyana xwe dewam kirine. Ji ber vê eykê çand û zimanên wan hîn bêhtir bi asîmîlebûnê re rû bi rû ma. Çerkesên ku di an demên dawî de li nava raya giştî hîn bêhtir xuya dibin û daxwaza mafên xwe dikin, biryar dan ku yekane rêya bi bandor a pêşîgirtina li polîtîkayên asîmîlasyonê, rêxistinbûyîna di bin sîwanê HDP'ê de ye. Çerkesên ku biryar dan di hilbijartinên giştî de destekê bidin HDP'ê ji ANF'ê re axivîn.
'HDP DIKARE GELÊ MIN Ê BI TINEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE BIPARÊZE'
Xwendekara Zanîngeha Dokûz Eylulê Ozge Canlioglû da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê û got, "Ji ber ku HDP hemû derdorên li derve hatine hiştin di nava xwe de vedihewîne, min HDP tercîh kir. Di nava partiyên din de namzet nîşandan kesên ji nasnameyên cuda jî, ji ber mînaka HDP'ê hatiye girtin. Ji ber ku di demên beriya niha de tiştekî bi vî rengî nedikirin. Ev tê vê wateyê; eger di vê rewşa ku hînê bend derbas nekiriye de HDP dikare guhertineke bi vî rengî ya cidî biafirîne, wê demê dema bend derbas kirin hingî hûn texmîn bikin ku wê guhertinên bi çi rengî bike. Bi dîtina min HDP wê tevkariyeke cidî li polîtîkaya Tirkiyeyê bike. Li gorî min, pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê bi derbasbûna HDP'ê ji bendê re wê bi giranî ji holê rabin. Ji ber ku HDP yekane partiya mûxalefeteke cidî dike ye. Mûxalefeteke qaşo nake. Ez ji baskê Ûbih ê Çerkesan im. Ji sala 1992'an û vir ve zimanê min miriye. Yanî, bêyî bi zimanê xwe hîn bibim, mezin bûm. Niha mirovekî bi tenê nemaye bi zimanê min dikare biaxive. Eger polîtîkayên asîmîlasyonê nebûya zimanê min wê niha zimanekî zindî bûya. Ji ber ku bawer dikim dikare mafê gelekî bi tinebûnê re rû bi rû ye biparêze, HDP'ê destek dikim."
'BI HDP'Ê RE GELÊ QEDÎM ÇERKES Ê NASNAME Û ZIMANÊ XWE WINDA KIRIYE, XWE DIBÎNE'
Dogan Kiziltan diyar kir ku li Tirkiyeyê yekane partiya dikare li dijî 'yek tîpkirinê' têbikoş e HDP ye, lewma ew ê destekê bide HDP'ê.
Kiziltan got, "Welatê me ji destpêka dîroka mirovahiyê û vir ve bû erdnîgariyeke bicihbûn, koçberî û qada jiyanê ya gelek nasname, ol, ziman û nîjadan. Bi taybetî di destpêka salên 1900'î de bi qirkirina Ermeniyan re pêvajoya yek tîpkirinê (Sunî Îslam û Tirk) destpê kir. Vê pêvajoya asîmîlasyonê bandor li tevahiya gel û olên Anatoliyê kir. Li dijî vê yek tîpkirinê, bi dîtina min vîna ku dikare jiyane bi hev e û wekhev a gelên Anatoliyê biafirîne HDP ye, lewma ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Ji kevneşopiyeke sosyalîst têm û weke encama xwezayî ya vê nêrînê heta dawiyê bawer dikim ku gel xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne. Gelê Kurd û rêbertiya wê ya polîtîk, ev mafê xwe ne ji bo cihêbûnê ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a hemû gelên Anatoliyê bikar anî. Destê biratiyê yê Kurdan dirêj kiriye li Anatoliyê navê wê HDP ye. Ji bo Çerkesan HDP tê wateya ji nû ve xwe gihandina xwe ya gelê qedîm ê nasname û cewhera xwe winda kiriye. Tê wateya xwedîderketina li çand û zimanê xwe. Ji ber ku vê derfetê dide û li gorî vê siyasetê dimeşîne, ez dibêjim HDP."
'DI DEMÊN DAWÎ DE GELEK ÇERKESAN BIRYAR DAN DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê
Sînemîs Çîl jî bal kişand ser xeteriya tinebûnê ya çand û zimanê Çerkes pê re rû bi rû ye û got, "Beriyê min ji dûra ve li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd temaşe dikir. Min xweziya xwe li xwedîderketienke bi vî rengî a çand û zimanê xwe dianî. Lê belê min di nava siyaseta aktîf de cih negirt. Piştre min dît ku ev xwevegirtin şaşitiyeke mezin e. Di hilbijartinên Serokkomariyê de min Selahattîn Demîrtaş şopand û gotinên wî gelekî bandor li min kir. Di van hilbijartinan de min biryara xwe da û biryar da ku destekê bidim HDP'ê. Bi kêfxweşî dixwazim bêjim ku di demên dawî de gelek Çerkesên mîna min difikirin hene."
ÇERKES KÎ NE?
Çerkesên ku cih û warên wan Bakurê Kafkasyayê ye, beriya niha bi 150 salî di 21'ê Gulana 1864'an de li sirgûn û qirkirina mezin a Rûsyayê rast hatin. Ji ber vê yekê roja 21'ê Gulanê ji bo Çerkesên li welat û bajarên cuda yên cîhanê belav bûne, rojeke nayê ji bîr kirine. Bi qasî 1 mîlyon 500 hezar mirovan welatê xwe terikandin. Bi qasî 500 hezar mirov di rêwîtiya sirgûnê û li herêmên lê bicih bûn jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku bi tenê li Trabzonê 53 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane.