Cenevre ya bêyî Kurdan bêdeng e!

Heyeta rejîma Sûriyeyê ku bi gotina  "Eger li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke hevpar nebe hingî nabe" civîna destûra bingehîn a Sûriyeyê terikand, îro jî li maseyê venegeriya.

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku bi 150 kesên bêyî Kurdan dest pê kirin, piştî navberê Duşemê ji nû ve dest pê kirin.

Endamên desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan ku 15 ji wan nûnerên rejîmê 15 ji wan ji komên 'mûxalîf' ên ser bi Tirkiyeyê û 15 jî ji rêxistinên civakî yên Sûriyeyî ne, bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen dest bi hevdîtinên tûra duyemîn kirin.

Heyeta rejîma Sûriyeyê ya tevlî civînê bû bi gotina, "Têkoşîna li dijî terorîzma li nava xaka Sûriyeyê, rakirina pêkanînên li dijî Sûriyeyê û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîşandana helwesteke hevpar li dijî vê yekê" sê made pêşkêş kir, lê belê ji ber ku nehate qebûlkirin maseya hevdîtinê terikand.

Pedersen ji bo heyeta rejîmê li maseyê vegerîne du roj in hevdîtinên dîplomatîk dike.

Serokê heyeta rejîmê Ahmed Kûzbarî ji nûnerê taybet Pedersen re got, "Eger wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li xaka Sûriyeyê helwesteke hevpar neyê nîşandan û êriş neyê şermezarkirin hingî wateya hevdîtinên li dora maseyê nîne."

BÊDENGIYA LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Ji ber ku heyeta rejîmê red kir ku li maseyê vegere hevdîtinên diviyabû îro pêk bihata dest pê nekirin. Tê payin ku Pedersen der barê krîzê di nava rojê de daxuyaniyekê ragihîne.

RÊVEBERIYA XWESER HIŞYAR KIRIBÛ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha der barê civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de daxuyanî weşandibû û destnîşan kiribû ku ji civînên destûra bingehîn ên ew di nav de nînin çi biryar bê wergirtin wê nas nekin.

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku civînên ew di nav de nînin wê bi ser nekevin û di vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî hişyar kiribû.