Ji sala 2011'an û vir ve ji bo "çareseriya' siyasî/dîplomatîk a şerê navxweyî û krîza Sûriyeyê zêdeyî 50 caran civînên Cenevre, Viyana, Munchen, Astana, Riyad, Qahîre û Soçî hatin lidarxistin û ti ji wan bi ser neket. Rawestgeha nû ya trafîka dîplomasiya ji bo Sûriyeyê bajarê Soçî ye.
Bi pêşengiya Rûsyayê wê 29-30'ê Çileyê li Soçiyê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê bê lidarxistin. Beriya vê kongreyê zêdeyî 50 civîn û hevdîtin li ser mijarê hatin kirin, lê ti ji wan bi ser neketin. Sedema herî mezin a serneketina van civînan jî ew e ku hêzên navneteweyî Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê yên xwedî proje ne, li derveyî van civînan hiştin.
Em bala xwe bidin ser civînên heta niha hatine lidarxistin:
PLANA YEKÎTIYA EREB
Ji bo "çareseriya siyasî" ya şerê li Sûriyeyê, pêngava destpêkê ya dîplomasiyê sala 2011'an bi Plana Yekîtiya Ereb dest pê kir. Li gorî vê plana ku yekîtiya Ereb di Mijdara 2011'an de kete dewrê, diviyabû yekîneyên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar xwe ji kolanan vekişînin û reform werin kirin û girtiyên siyasî werin berdan. Heyeta çavdêr a ji Yekîtiya Ereban 19'ê Kanûnê li Sûriyeyê dest bi wezîfeyê kir. Lê belê binpêkirinên ji her du aliyan ve hatin kirin, bû sedem ku heyet 22'ê Çileyê ji welêt derkeve û ev hewldan jî 28'ê Çileyê bitevize.
PLANA ANNAN
Meh û nîvek piştî têkçûna plana Yekîtiya Ereban, Neteweyên Yekbûyî (NY) kete dewrê û li gorî plana nû ya Nûnerê NY ê ji bo Sûriyeyê Kofî Annan, divê her du alî agirbestê ragihînin û ji bo çareseriya siyasî planeke nû amade bikin. Agirbest 12'ê Nîsanê ket meriyetê lê 1'ê Gulanê têk çû. Annan diyar kir ku her du aliyan agirbest bin pê kirine û 2'ê Tebaxa 2012'an îstifa kir.
CENEVRE -1
Piştî têkçûna plana Annan, civîna destpêkê ya Cenevreyê dest pê kir. 30'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk hat û DYA, Rûsya, Çîn, Îgilîstan, Fransa, Qatar, Tirkiye, Iraq û Qûweyt jî tevlî bûn. Aliyê pirsgirêkê (rejîm û mûxalîf) tevlî civînê nebûn. Di dawiyê de li hev hate kirin ku "hikumeta demkî bê avakirin" ku her du alî di nav de hebin. Lê belê komên pişta xwe dispêrin Tirkiye û Qatarê dest bi nîqaşa "hikumeta demkî wê bi Esad be ya jî bê Esad be" kirin û bi vî rengî plan tenê li ser kaxizê ma.
BI ŞOREŞA OROJAVA BERSIV HATE DAYIN
Hem di planên Yekîtiya Ereban û Annan, hem jî di civîna Cenevre -1'ê de ne rejîmê ne jî hêzên dijberê rejîmê mafên Kurdan qebûl nekirin û şer giran bû. Li ser vê yekê Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê dest pê kir.
CENEVRE -2
Civîna Cenevre -2 di navbera 22'ê Çileyê û 16'ê Sibata 2014'an de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ereban ji bo Sûriyeyê Exter El Îbrahîmî pêk hat. Bi rejîmê û komên çekdar re hevdîtinên cuda hatin kirin, lê encam jê derneketin. Kurdên ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve "rêya sêyemîn" dan ber xwe, ji ber astengiya Tirkiyeyê û komên wê yên çekdar nekarî tevlî bibin. Kurdan gotin, wê encama ji Cenevreyê derkevin nas nekin.
BERSIVA KURDAN: RAGIHANDINA XWESERIYÊ
Tevî ku Kurdan bi israr xwestin tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bibin, ji ber zextên Tirkiyeyê nekarîn tevlî bibin. 22'ê Çileyê roja destpêkirina civîna Cenevre -2, Kurdan ji Cizîrê dest pê kirin û Rêveberiyên Xweser ragihandin.
CIVÎNA VIYANAYÊ
Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî ku ji 17 welatan pêk dihat û DYA û Rûsyayê hevserokatiya wê dikrin, Cotmeha 2016'an li paytexta Awûstûrya Viyanayê dest bi pêngaveke nû ya dîplomatîk kir. Di hevdîtinan de armanc ew bû ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de "hikumeta demkî" bê avakirin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra ji bo Sûriyeyê hate wezîfedarkirin.
CENEVRE -3
Di çarçoveya biryara ji Viyanayê derket, 29'ê Çileya 2016'an hevdîtina Cenevre -3 pêk hat. Tevî ku nûnerên PYD, TEV-DEM û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin vexwendin jî Tirkiyeyê diyar kir ku ew ti carî tevlîbûna Kurdan qebûl nake û got, "Ya ez ya jî Kurd." Di kêliya dawî de dev ji vexwendina Kurdan hate berdan. Ji ber ku mûxalîfan û rejîmê nexwest li heman cihî bin, hevdîtin pûç bû.
NÊRÎNA LI KURDAN HINEKÎ GUHERÎ
Piştî ku Kurdan bi berxwedana destanî ya 5 mehan DAÎŞ li Kobanê têk birin, civîna Cenevre -3 dest pê kir. Nûnerên Meclîsa Sûriyeya demokratîk (MSD) vê carê hatin vexwendin. Lê ji ber ku Tirkiye li ber rabû, vexwendîname ji şexsan re hate şandin û Kurdan jî qebûl nekirin.
AGIRBESTA MUNCHENÊ
Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê 12'ê Sibata 2016'an ji bo "agirbestê" li bajarê Munchenê Elmanyayê ji nû ve li hev civiyan. Li ser "rawestandina şer" û "gihandina alîkariya însanî ji bo mirovên li herêmên dorpêçkirî" li hev hate kirin. Dawiya heman mehê bi beşdariya Erebîstana Siûdî; Tirkiye û Îranê jî civîneke din hate kirin û biryara "rawestandina şer li gelemperiya welêt" jêa derket. Lê ji ber binpêkirina her du aliyan aqûbesta vê agirbestê jî bû mîna yên beriya xwe.
CIVÎNA LOZANÊ
Rawestegeheke din a hewldanên dîplomatîk, bajarê Lozanê yê Swîsreyê bû. Piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên DYA, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Îran, Qatar û Tirkiyeyê û Nûnerê NY Staffan de Mîstûra ji bo demeke kin agirbest pêk hat. Lê artêşa Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê ji mêj ve dest bi operasyonên li Helebê kiribû.
ASTANA -1
Têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê ku bi xistina balafira Rûsyayê sar bû, bi hevdîtinên Astanayê ji nû ve dest pê kirin. Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê 20'ê Kanûna 2016'an li Moskowayê li hev civiyan û ragihandin ku ji 30'ê Kanûna 2016'an û pê ve agirbest dikeve meriyetê. Piştî agirbestê, 23'ê Çileya 2017'an bi garantoriya van her sê welatan li paytexta Kazakîstan Astanayê hevdîtinan dest pê kirin. Û biryar hate dayin ku mekanîzmayeke sê alî ya kontrolkirina agirbestê bê avakirin.
KURDAN BI FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ BERSIV DAN
Ji ber ku Kurd ji hevdîtinên Astanayê re nehatin vexwendin, vê carê pêngava federasyonê hate avêtin. Meclîsa Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, 16'ê Adara 2016'an Federasyona Bakurê Sûriyeyê ragihand.
ASTANA -2
Tûra duyemîn a hevdîtinên Astanayê ku Tirkiyeyê di berdêla Bab-Cerabûsê de cîhadîstên li Helebê firot, 16'ê Sibata 2017'an pêk hat. Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji bo "herêmên şer lê nîne" û "hêza lê wezîfedar" li hev kirin.
CENEVRE -4
Hefteyek piştî civîna Astana -2, civîna Cenevre -4 roja 23'ê Sibata 2017'an pêk hat. Nûnerên NY de MÎstûra berê bi heyeta rejîmê û mûxalefetê re rûnişt. Di hevdîtinê de 4 xal hatin destnîşankirin, lê ji bo wan projeyeke şênber nehate destnîşankirin.
ASTANA-3
Tevî Rûsya, Îran û Tirkiyeyê her wiha nûnerên Urdun, DYA û Yekîtiya Ewropa jî weke çavdêr tevlî hevdîtina Astanayê bûn. Hêzên dijberê rejîmê ragihandin ku agirbest hatiye binpêkirin û tevlî hevdîtinê nebûn. Welatên garantor ragihandin ku wan biryar dane "ji bo şopandina agirbestê û qewînkirina wê, mekanîzmaya avakirine bê xurtkirin."
CENEVRE -5
Civîna Cenevre -5 roja 22'ê Adara 2017'an dest pê kir. De Mîstûra piştî hevdîtinên cuda yên bi nûnerên rejîmê û mûxalefetê, anî ziman ku hevdîtin erênî derbas bûye û alî dikarin heta Cenevre -6 li ser çar sernavên ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hatine destnîşankirin bisekinin.
ASTANA -4
Di civîna 4'an a Astanayê de ku 3-4'ê Gulana 2017'an hate kirin, hat ragihandin ku li ser "herêmên şer lê nîne" li hev hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de bi garantoriya her sê welatan, li beşên diyarkirî yên wîlayetên Lazkiye, Heleb û Hamayê, beşên diyarkirî yên wîlayeta Hûmsê, herêma Gûta ya Rojhilat, Deraa û Kûneytra li 8 cihan "herêmên şer lê nîne" hatiye ragihandin. Civînên Astanayê di heman demê de dihate wateya tasfiyekirian komên ji xwe re "mûxalefet" digotin.
CENEVRE -6
Civîna 6'an a Cenvreyê 16-20'ê Gulana 2017'an pêk hat. Heyetên rejîmê û dijberê wan tevlî nebûn.
ASTANA -5
Civîna pêncemîn a Astanayê jî bêyî heyetên rejîmê û dijberên wê, bi tevlîbûna heyetên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê 45'ê Tîrmeha 2017'an pêk hat. Di hevdîtinê de nûnerê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê Aleksandr Lavrrentîev ragihand ku 7 belgeyên heyetan di prensîbê de li ser li hev kirine hene û wê bên îmzekirin. Hat ragihandin ku 7 belge li ser "avakirina navenda koordînasyonê ya çavdêriyê li herêmên şer lê nîne" û "bicihkirina hêzên leşkerî" ye.
CENEVRE -7
Di civîna Cenevre -7 de tevî ku aliyan ragihandin ku dikarin rû bi rû hevdîtinê bikin, ev pêk nehat.
ASTANA -6
Astana -6 roja 14'ê Îlona 2017'an pêk hat. Di hevdîtinê de biryar ahte dayin ku ji Rûsya, Tirkiye û Îranê 500 leşker li Îdlibê werin bicihkirin. Heyet Tehrîr El Şam ku ji El Nûsra pêk tê, ragihand ku ew vê lihevkirinê nas nake.
ASTANA -7
Tûra 7. a Astanayê 30'ê Cotmeha 2017'an pêk hat û mijarên "berdana esîran û girtiyan, binpêkirina agirbestê, rakirina mayinan, gihandina alîkariya însanî ji Gûta Rojhilat û herêmên din ên dorpêçkirî re" hatin nirxandin. Lê di van mijaran de li hev nehate kirin.
SOÇÎ -1
Di dawiya 2017'an de li hevdîtinên Cenevre û Astanayê, vê carê Soçî hat zêdekirin. Bi vê armancê serokên her sê welatan Pûtîn, Rûhanî û Erdogan li hev civiyan. Erdogan piştî vê civînê mîna her carê dijminatiya xwe ya li Kurdan careke din nîşan da û got, ku wê ti carî tevlîbûna Kurdan a li Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya li Soçî qebûl neke.
CENEVRE -8
Civîna 8. a Cenevreyê 28'ê Mijdara 2017'an pêk hat lê bê encam ma.
ASTANA -8
Di tûra dawî ya Astana de jî ku 22'ê Kanûna 2017'an ahte lidarxistin, li ser lîsteya hêzên tevlî Kongreya Gelan a Sûriyeyê ya li Soçiyê bibin hate rawestîn.
CIVÎNÊN RIYAD, QAHÎRE Û STENBOLÊ
Komên mûxalîf ên Sûriyeyê tevî Cenevre û Astanayê, ji sala 2012'an heta 2017'an li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê, paytexta Misr Qahîreyê û Stenbolê gelek caran li hev civiyan. Her wiha li Antalya, Dîlok, Stenbol, Enqere û Rihayê jî gelek civîn hatin kirin û piştî van civînan êrîşên li dijî Rojava hatin organîzekirin.
KONGRYA DIYALOGA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ
Beriya destpêkirina Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir. Rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser vê yekê dan xuyakirin ku heta êrîşên li ser Efrînê bidomin wê tevlî kongreyê nebin.