Cenazeyên leşkeran hînê li qada şer in, artêş nikare rake

Tankek, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî yên di çalakiya li hemberî artêşa Tirk de hatin rûxandin û cenazeyên gelek leşkeran ên di vê çalakiyê de hatin kuştin, hînê di bin kontrola gerîla de ne.

Hat ragihandin, ku di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li qada GeliYê Doskî ya Geverê de, gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên li herêmê hatin ragihandin, tankek, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî yên di çalakiyê de hatin rûxandin û cenazeyên gelek leşkerên hatin kuştin, hînê di bin kontrola gerîla de ne.

Artêşa Tirk a ku tevî bomberdûmana giran nikare cenazeyên xwe rake, ji bo biçin cenazeyan rakin û bînin zextê li gel dike.

Nûçegihanên li herêmê da xuyakirin ku Geliyê Doskî ji hewayî û bejahî ve tê bombekirin.

Hat argihandin ku di êrîşa bi tank, obus û hawanan de bombeyên bi fosfor û mîsket, hatine bikaranîn.