Cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê li Hesekê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê, Cenazeyên 4 Şervanên YPG'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Bi hezaran welatiyên  Hesekê û gundên wê bi armanca wergiritina cenazeyên Şervanên YPGʹê Macid Xelef (Hogir Şedadê), fehed El-Kedro (Ap El-Lêl), Ebdulrehman El-Şiyûx (SIwar Hesekê) û Mehemed Hecî Fetah (Ziyad Hesekê) yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. 


Girseya gel bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin û wêneyê şehîdan rakirbûn. Piştî  wergirtina cenazeyên Şervanên YPG'ê bi karwenekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ketin rê.

Li rêya ketina goristanê  de, girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li  goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir û piştre Endamê Fermandariya YPGʹê Zekî Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şervanên YPGʹê ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan canê xwe feda kirin e û wiha dom kir: ʺŞehîdên me li ser riya azadiyê canê xwe feda kirine.Em jî soz didin wan ku em ê heta dawî şopdarên rêya wan bin.ʺ

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Karûbarê Şehîdan Mando Xelo û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ku destkeftî û biratiya gelan bi xwîn a şehîdan û tekoşîna wan hatiye bidestxistin û daxuyakirin  ku wê gelê herêmê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê Tariq Hesen Hemendî li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û got ku gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe bi saya tekoşîna şehîdan gelek destkeftî bi dest xistine û îro bi azad dijîn.

Di merasîmê de Hevseroka Desteya Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo li ser navê pêkhateyên Suryan axivî û got ku bi saya tekoşîna şehîdan li herêmên Bakurê Sûriyê ewlekarî pêk hatiye û gel bi aramî dijî.

Piştî axaftinan nasnameya şervanan ji aliyê Endama Rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Ilham Bekir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Li ser navê Malbatan jî axaftin hate kirin û birayê  Şehîd Ziyad Hesekê, Şiya Hesekê ku ew jî şervanê YPGʹê ye got ku berhema gelê herêmê pêşkêş dike ne pire ji bo rizgarkirina xakê.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Şervanê YPGʹê Fehed Kedro  li ser daxwaza malbatên ber bi herêma Şedadê ve hate oxirkirin, da ku li herêma xwe were definkirin  û cenazeyên  her 4 Şervanên din li goristanê hate veşartin.