Cenazeyê şervanê YPG'ê Can sibê li Konyayê tê definkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Can sibê li Konyayê tê definkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Erol Can ku li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da, sibê li Konyayê tê definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Erol Can (Serhildan Demhat) ku di şer û pevçûnên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da, li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê piştî kar û barê otopsiyê anîn Konyayê. Cenazeyê Can, ji aliyê malbata Can, endamên HDP, DBP, HDK, ÎHD, Egîtîm Sen û welatiyan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Can wê sibe li navenda Konyayê bê definkirin.