Cenazeyê Polat şandin Dêrsimê

Cenazeyê Polat şandin Dêrsimê

Nûnerê berê yê FEYKA’yê Mahmut Polat duh li Fransayê jiyan xwe ji dest û îro bi merasîmekê şandin Kurdistanê.Polat ku 25 sale li surgunê dijî, bi salan di têkoşîna azadiya kurd de cih girt. Di merasîmê d hate gotin ku êdî bila tu welatiyên me bi hesreta welat xwe jiyana xwe ji dest nedin.

Mahmut Polat ku bi salan di têkoşîn azadiyê de cih girt, duh sibê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Polat li Strasbourgê bi merasîmê şandin Kurdistanê.

Cenazeya Polat ji nexweşxaneya Hautepîere hat girtin û birin Navenda Çanda Mezopotamyayê.  Bi sedan kurd tevli merasîmê bûn. Nûnerê BDP’ê  Fayik Yagiz,  Muharrem Şahan, Meleyê mizgerta Saînt Avold yê Selahaddîn-î Eyubî Kasim Ulusoy, hevalên Polat yên têkoşînê Velî Tekîner û nivîskar Fevzî Karadenîz tevli merasîmê bûn.

Hevsera Polat, Pinar Polat jî axivî û got: “Kesê ku Kurdistan û têkoşîn bi min da hezkirin Mahmut bû. Berxwedan nîşanê min da. Kurê me Zerduşt dê di riya te de bimeşe. Ez soz didim te. Her tim ji me re behsa Dêrsim û Kurdistanê dikir. Me navê kurê xwe zerduşt lê kir. Ez soz didim, dê kurê me koka xwe bizane, welatê xwe bizane.

Her wiha hevsera wî helbesteke ku Mahmut polat jê hez dikir ya Omer Hayam xwend.

Faîk Yagizay jî got kesên li surgunê jiyana xwe ji dest didin, ji bo wan dibe êşek mezin. Mele Kasim Ulusoy jî got ev du sal bû Mahmut nas dikir û got kesekî ku jiyana xwe dabû ser têkoşînê.

 Cenazeyê Mahmut şandin Dêrsimê.  Sibê cenaze dê li Elezîzê bê danîn û ji wir bibin Dêrsimê.

Polat di 1960’î de li Ovacik a Dêrsimê ji dayik bû, di darbeya 12’ê îlonê de hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat. Di 1987’an  neçar ma îltîcayê Fransayê bike û ji ber îşkenceya dîtibû emeliyeta mêjî derbas kir.

Ji 1980’an û şûnde li Strasbourgê di saziyên kurd de aktîf xebitî û bi salan nûneriya FEYKA’y^ekir.  Di heman demê de nûneriya KNK’ê jî kiriye.