Cenazeyê Ozmen li gundê Şoraxê hat veşartin
Cenazeyê Serokê Enstîtûya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen li gundê Şorax yê navçeya Çadê hate veşartin.

Serokê Enstîtûya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 17’ê Îlonê de li bajarê Hagenê li nexweşxaneya AKH’ê ya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîma li Elmanyayê, cenazeyê Ozmen ber bi Erziromê ve hate birêkirin. Cenazeyê Ozmen li gundê Şorax ê navçeya Çadê ya Erziromê hate veşartin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li merasîma veşartina cenazeyê Ozmen bûn.