Cenazeyê Ortakaya anîn Stenbolê
Cenazeyê Ortakaya anîn Stenbolê
Cenazeyê Ortakaya anîn Stenbolê
Cenazeyê Kader Ortakaya ya li xeta sînor ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, piştî karûbarên otopsiyê yên li Riha anîn Stenbolê. Wê cenazeyê Ortakaya sibe piştî nimêja nîvro li Goristana Yayla bê defnkirin.
Cenazeyê Kader Ortakaya ya bi rojane li xeta sînor ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê di nobeta berxwedanê de ye duh ji aliyên leşkerên Tirk ve ku hat qetilkirin anîn Stenbolê. Cenazeyê Ortakaya piştî karûbarên otopsiyê yên li Riha bi awayekî girseyî ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin. Cenaze li Balafirgeha Ataturk, ji aliyê endamên YAKAYDER, Dayikên Aştiyê û xizmên Ortakaya ve hat wergirtin. Cenaze ji ji wir birin morga Mizgefta Goztepe ya li Bagcilar. Cenazeyê Ortakaya wê sibe piştî nimêja nîvro li Goristana Yayla bê veşartin.