Cenazeyê Medeni Yildirim dê sibê li Amedê bê definkirin
Cenazeyê Medeni Yildirim dê sibê li Amedê bê definkirin
Cenazeyê Medeni Yildirim dê sibê li Amedê bê definkirin
Cenazeyê Medenî Yildirim ku îro dema xwest li dijî avakirina qereqolan bimeşe û di gulebarandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da dê sibê saet di 10.00'an de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin.
Leşkeran li gundê Hezanê ya Licê li hemberî welatiyên ku xwestin avakirina qereqolan şermezar bikin çek bi kar anîn û welatiyê bi navê Medeni Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Welatiyên bi navê Jiyan Bulut, Nihat Kocakaya û Nebi Aslan ên bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Birîndarên bi navê Metin Bulut û Ronida Pervane jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Amedê. Welatiyê bi navê Îsmail Pehlivan, Ramazan Çakil û Dinar Demir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê
Cenazeyê Medenî Yildirim jî dê sibê sibê saet di 10.00'an de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin.