Cenazeyê Keleş ê HPG'yî piştî 5 mehan radestî malbatê kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Emîn Keleş ku li Amanosê di şer de şehîd bû û li goristana bêkesan hate veşartin, piştî 5 mehan radestî malbatê hate kirin.

Li Çiyayê Amanosê yê li Osmaniyeyê roja 31'ê Adarê şer qewimî bû û gerîlayê HPG'ê Mehmet Emîn Keleş (Cûdî Serhat) tevî 4 hevalên xwe şehîd bûbû. Cenazeyê Keleş wê wextê ji aliyê malbatê ve nekarîbû bihata teşxîskirin. Ji bo teşxîskirina cenazeyê li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê malbatê nimûne ji bo testa DNA'yê dabû. Piştre jî cenaze li Goristana Kasasakal hatibû veşartin. Malbat 5 mehan li benda encama testa DNA'yê sekinî.

Piştî ku encamên testê diyar bû, malbatê 24'ê Tîrmehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê da, ji bo karibe cenaze bigirin. Dozgeriyê piştî rojekê biryara radestkirina cenaze da.

NEHIŞTIN KES NÊZÎ GORISTANÊ BIBE

Malbatê biryara dozgeriyê ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê re ragihand û danê sibehê çû goristana bêkesan a li Goristana Kabasakal. Di dema derxistina cenaze de ku di bin çavdêriya dozger û dehan polîsan de hate kirin, destûr nehate dayin ku kes nêzî goristanê bibe.

Malbatê cenazeyê Keleş rakir û ji bo veşêre berê xwe da navçeya Erdîş a Wanê.

20 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN HENE

Hate ragihandin ku yek ji 8 gerîlayên beriya du hefteyan li Amanosê ji ber êrîşa SÎHA şehîd bûn ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin û ew birin Bedlîsê. 7 cenazeyên gerîlayên HPG'ê jî doh li goristana bêkesan hatin veşartin. Tê gotin, zêdeyî 20 gerîlayên ji meha Adarê û vir ve di şer de şehîd bûne, cenazeyênw an li goristana bêkesan a Edeneyê hatine veşartin.