Cenazeyê Kaya ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê Kaya ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê Kaya ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê ciwanê kurd Kahraman Kaya yê li ber Dibistana Pîşeyî ya Tenduristiyê ya 75. Yilê ya Cumhuriyetê ya li navçeya Umraniyeya Stenbolê di êrîşa ulkucuyan de jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe ji aliyê hezaran kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin.
Cenazeyê ciwanê kurd Kahraman Kaya yê ku li ber Dibistana Pîşeyî ya Tenduristiyê ya 75. Yilê ya Cumhuriyetê ya navçeya Umraniyeya Stenbolê di êrîşa ulkucuyan de jiyana xwe ji dest da şevê din anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Serê sibê piştî vecîbeyên olî cenazeyê Kaya birin gundê Karaçevre yê navçeya Çinara Amedê. Cenazeyê Kaya bi tevlîbûna zêdehî hezaran wesayîtan bi rê ket. Di wesayîta cenaze de pankrata "Kahraman Kaya em te ji bîrnakin" hate daliqandin û darbesta wî bi gulan hate xemilandin. Li ser riyê welatiyan konvoya cenaze bi nîşaneya serkeftinê pêşwazîkirin. Di ketina gund de bi hezaran welatî ji wesayîtan hatin xwarê û ber bi goristana gund ve dest bi meşê kirin. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên BDP'ê yên Amedê, MEYA-DER, DÎAY-DER û welatiyên gundên derdorê û hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Di meşê de pankarta "Kahraman Kaya em te ji bîrnakin" hate vekirin û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê hate vekirin. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erde namînê" hatin berzkirin.
Di meşê de jinan eşarpên kesk, sor û zer hijandin. Piştî rêzgirtinê Kaya hate definkirin. Gora Kaya bi gulan hate xemilandin. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Çinarê Menur Guner, sersaxî li malbatê da û got, "Şehîd namirin, her bijî Kurd û Kurdîstan" Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku mirina Kaya bûyerekî ji rêzê nîn e û bûyerek bi plansazî ye. Aydogan, anî ziman ku 4 mehin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û wiha got: "Kesên ev êrîş kirin kesên ji vê pêvajoyê nerihet in. Di bûyeran de kesek hate girtin. Lê kesê berpirsiyar nîn e. Li pey wan MHP, Bahçelî û hêzên navneteweyî ne. Bahçelî li bajaran degere û li hemberî kurdan polîtîkayan dike. Heke tedbîr neyên dê bûyerên din pêk bên û berpirsiyarê vê yekê jî Bahçelî ye." Aydogan, Kaya weke şehîdê aştiyê îlan kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd nêzî aştiyê ye.
Piştî axaftinan konê şînê yê li gund ji bo Kaya hate vedan hate ziyaretkirin.