Cenazeyê Îrfan Eskîbag hat veşartin
Cenazeyê Îrfan Eskîbag hat veşartin
Cenazeyê Îrfan Eskîbag hat veşartin
Cenazeyê Îrfan Eskîbag ê nexweşê kanserê bû û ji ber ji girtîgehê nehat derxistin jiyana xwe hat veşartin.
Cenazeyê Îrfan Eskîbag ê nexweşê pençeşêr ê ku li 2'yemîn Girtîha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Malbata Eskîbag, xizmên wî, Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, endamên Meclîsa BDP'ê, TUAD, YAKAYDER û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Eskîbag piştî nimêja nivro ya li Mizgefta Kavakli ya Kartalê birin Goristana Kurtkoy a Pendîkê. Darbesta Eskîbag bi kesk, sor û zer hate xemilandin û ji aliyê dehan kesan ve hate hilgirtin. Di merasîma cenaze de wêneyên Eskîbag hatin vekirin. Polîsan li dora goristana Kurtkoy tedbîrên gelek berfireh girtin.
Di merasîma cenaze de slogana "Şehîd namirin" û pankrata "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hate vekirin. Birayê Eskîbag Riza Eskîbag di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku berpirsiyarê mirina birayê wî Saziya Tipa Edlî ye û wiha got: "Saziya Tipa Edlî ya birayê min serbest neberda celadiya dewletê dike." Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî diyar kir ku girtiyekî nexweş ê li ber sînorê mirinê serbest nehate berdan li dijî wijdan û exlaq e û wiha got: "Em dixwazin girtiyên nexweş rojên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin." Rêveberê TUAD'ê Nurettîn Kiliç jî wiha got: "Li girtîgehan zêdehî 400 girtiyên nexweş hene. Rewşa 70 girtiyan giran e. Serlêdanên tên kirin bêencam dibin. Hevalên me jiyana xwe ji dest didin. Berpirsiyarê mirina AKP ye." Endamê Mecîsa BDP'ê yê berê û rojên borî ji doza KCK'ê tahliye bû Emrullah Bîngul jî wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo girtiyên nexweş zagon derxist. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan. Lê em li girtîgehan cenazeyên xwe digirin. AKP bi vê zagonê gel dixepîn e."
Piştî axaftinan cenazeyê Eskîbag hate definkirin.