Cenazeyê Eskîbag şandin Stenbolê
Cenazeyê Eskîbag şandin Stenbolê
Cenazeyê Eskîbag şandin Stenbolê
Cenazeyê girtiyê nexweşiya penceşêrê Îrfan Eskîbag ku şevê din li Girtîgeha Sîncanê jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê hat wergirtin. Ji bo definkirinê cenaze şandin Stenbolê.
Girtiyê nexweşê penceşêrê Îrfan Eskîbag şevê din di seet 01.00'an de li Girtîgeha Tîpa F2 a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eskîbag ji Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê hat wergirtin û birin Stenbolê. Nuner û rêveberên TUHAD-FED, ÎHD, BDP û gelek kesên din amade bûn. Nûnerê TUHAD-FED'ê Mehmet Baytekîn anî ziman ku, di pêvajoya çareseriye de dîsa mirin hat û wiha got "Serok Komar Abdullah Gul, got dê tiştên baş pek bên lê dîsa tiştên xirab pêk hatin. Em xwazin êdî ev pêkanîn bi dawî bibin." Piştî axaftinan cenazeyê Eksîbag ji saziya tipa edlî wergirtin û ber bi Stenbolê ve bi rê kirin.