Cenazeyê Aksoyê HPG'î hat wergirtin
Cenazeyê Aksoyê HPG'î hat wergirtin
Cenazeyê Aksoyê HPG'î hat wergirtin
Cenazeyê Mûrat Aksoy ê (Têkoşer Qoser) HPG'î ku li Herêma Kirdimê ya di navbera Plemoriya Dêrsîm û Canût a Çewlikê di encama qezayekî di jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ji Meletiyê hate girtin û ber bi Qosera Mêrdînê ve hate birin.
Cenazeyê Mûrat Aksoy ê (Têkoşer Qoser) HPG'î ku di sala 1994'an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû û di 27'ê Adarê 2013'an di encama qezayê li Herêma Kirdimê ya di navbera Plemoriya Dêrsîmê û Canût a Çewlikê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tipa Edli ya Meletiyê. Malbata Aksoy tevî rêvebirên MEYADER'ê hat Meletiyê û nimûneya xwînê dan. Piştî testa DNA cenaze radestî malbatê kirin. Malbat cenazeyê ji Saziya Tipa Edlî wergirt û ber bi Qoserê ve bi rê ket.
Cenazeyê ku dê li Qoserê were pêşwazîkirin, dê îro li Goristana Şehîtlîk were veşartin.