CENÎ: Tundî polîtîk e, têkoşîn jî divê wiha be

CENÎ diyar kir tundiya li ser jinê polîtîk e û têkoşîna li dij vê jî divê polîtîk be û rêxistinî be.

Bûroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ji b0 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtin û Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî daxuyanî da.

CENÎ diyar kir ku teşeyê wê çi dibe bila bibe her cure zext  û tundiya li ser jinê ya fizîkî, zayendî, psîkolojîk polîtîk e û divê têkoşîna dijî vê jî polîtîk û rêxistinî be.

‘JIN BI DIRÛŞMA KU VÊ SEDSALÊ BIKIN SEDSALA JINÊ RABÛN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin modernîteya kapîtalîst tundiya li ser jinê weke ku tenê rewşeke derbarê welatên Rojhilata Navîn û welatên ‘dinyayê sêyemîn’ be dide, lê sîstema xwe ya hilweşîner bi vederkerina jinê pêk tîne.

CENÎ’yê bi domdarî got jin tenê bi teşîrkirina serweriya nêr a modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya zayendî qîma xwe nayînin û di serî de li ser Kurdistanê li Rojhilata Navîn û li hemû devera dinyayê jin bi dirûşma ku sedsala 21’ê bikin ‘sedsala jinê’ rabûne ser piyan û li dijî vê pergala hegemonîk a bi dijminatiya jinê têdikoşin.

‘JINÊN KURD JI ZEMÎNA ÎDEOLOJÎK A OCALAN RABÛNE SER PIYAN’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin jinên Kurd ku zemîna îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê ji xwe re esas digirin, bi xîreta ku azadiya jinê, wekheviya zayendî, demokratîk û civaka xweser ava bikin hay jê hene ku ji bo cihêtî, rengînî, reseniyê û jin li ser jiyana xwe bibin xwedî gotin pêdivî bi avakirina pergaleke azad û xweser heye.

JINÊN KURD STRATEJIYA XWEPARASTINÊ AVA KIRIN

CENÎ bi domdarî bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd a li Rojava û hate gotin, ‘Jinên Kurd bi stratejiya xweparastinê tenê ne li Rojava her wiha li hemû deverên ku jin lê dijîn teşeyeke berxwedanê ya ku dikare di her rewşê de mirov serî lê bide afirandine.’’

CENÎ’yê di dawiyê de peyama xweparastinê, têkoşîna hevpar û berxwedaniya rêxistinî da.