Cemal Tanhan ê piştî felç bû hate berdan, 39 roj in di rewşeke giran de ye

Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê felç bû û piştre hate berdan, 39 roj in di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji bo jiyanê li ber xwe dide.

Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê 68 salî ku 30 salan girtî ma, 23'ê Cotmehê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê felç bû.

Tanhan destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a li Bolûyê, ji wir jî di 27'ê Cotmehê de rakirin Beşa Cerrahî ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê. Di 6'ê Mijdarê de jî biryara berdana wî hatibû dayin.

Tedawiya Tanhan 39 roj in di beşa lezgîn de dewam dike. Cemal Tanhan ku di asta çaremîn de bi kanserê ye, nexweşî li tevahiya bedena wî belav bûye.

Tanhan her wiha nima dikare biaxive, bi zaturreyê ketiye û av li ser cîgerên wî kom bûye.

Keça Tanhan Ayşe Tanhan anî ziman ku rewşa bavê wê gelekî nebaş dibe, ji ber ku li girtîgehê bû bi derengî hate tedawîkirin, eger zû bihata dermankirin wê neketibû vê rewşê.