Çelik îşkenceya sîstematîk ya li Tîpa F ya Boluyê bir meclisê
Çelik îşkenceya sîstematîk ya li Tîpa F ya Boluyê bir meclisê
Çelik îşkenceya sîstematîk ya li Tîpa F ya Boluyê bir meclisê
Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, îdîayên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê û îdîayên gardiyan girtiyan ber bi întîharê ve dibin ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsîn.
Parlementerê BDP'ê ya Mûşê Demîr Çelîk, pêşniyaznameya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê pêk tên ji bo Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bersivîne da. Çelîk diyar kir ku, pêkanên dijmirova ên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê pêk tên asta binpêkirinên mafên mirov nîşan dide.
Çelîk anî ziman ku, girtiyê bi navê Cîhan Yeşîl ji ber îşkenceya gardiyana hişên xwe winda kirin. Çelîk da zanîn ku, li gorî agahiyên parêzerê wî dayîn li heman girtîgehê gelek girtî rastî îşkenceya gardiyanan a bi pergalî tên û girtiyan ber bi întîharê ve didin zorê û wiha got: "Li gorî agahiyên parêzeran dayîn, girtiyên bi navê Ugur Savuk, Engîn Karakoç, Sercan Erkaplan û Osman Ege rastî îşkenceya bi pergalî tên. Girtiyê bi navê Cengîz Sada jî ji aliyê gardiyana ve ber bi întîharê ve dibin. Îdîayên qirika xwe birî û xwest ku întîhar bike hene."
Çelîk pirsên Wezarê Dadê Ergîn ên têkildarî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi bersivîne wisa ne: "Wezaretê îdîayên îşkenceya bi pergalî ya li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê lêkolîn kirin? Heke ev îdîa rast bin di derbarê berpirsyaran de karên zagonî hatin destpêkirina? Ev çi ne? Di Girtîgeha Tîpa F a Boluyê de çend girtî û hikûmxwar hene? Ji wan girtî û hikûmxwaran çend edlî çend siyasî ne? Pêkanînên gardiyanên girtîgehê li hemberî girtiyan pêkanînên cuda pêk tînin an na? Heke pêkanînên cuda hebin ev çi ne? Li girtîgehên Tirkiyeyê di navbera salên 2002 û 2013'an de çend bûyerên întîharê çêbûne? Ji van bûyerên întîharê çend siyasî û çend edlî ne? Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di navbera salên 2002 û 2013'an de çend bûyerên întîharê çêbûne? Bûyerên pêk hatin çend edlî, çend siyasî û hikûmxwar in? Xebatên wezareta we yên binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên bên astenkirin çi xebat tên kirin? Derbarê çend kesê ev pêkanîn pêk anîn lêpirsîn hate vekirin? Cezayên hatin dayîn çi ne?"