Çelîk: Ew belge MÎT’ê derxistin
Çelîk: Ew belge MÎT’ê derxistin
Çelîk: Ew belge MÎT’ê derxistin
Berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk diyar kir belgeyên MKG’ê yên girêdayî cemeeta Gulen ji nava MÎT’ê derketine.
Çelîk ku li Navenda Giştî a AKP’ê civîna çapemeniyê pêk anî wiha got: “Dixwaze bila Hakan Fîdan, Ahmet û Mehmet jî bêne ser MÎT’ê ne gengaze ku ji kiryarên xwe yên deh salan yek rojê jî paşda biçe. Serçêkerekî agihiyan yê MÎT’ê heye. Hemû agahiyên ku ji hemû aliyan ve tên û hemû lêkolînên ku tên kirin û zanyariyên ku li ser kesan tên hemû di hewzekê de têne kom kirin. Ev zanyariyên ku bi şeklê nivîsandin têne şandin ger parazvanek bê şandin bi wî şeklî têne şandin. Di rojên dawî de hinek agahiyên ku di derbarê hinek kesan de derdikevin de ti ji wan girêdayî agahiyên ku bi mûsteşarê MÎT’ê re yan jî alikarê mûsteşar re hemû zanyariyên ku hevdîtinên yek yek hatine kirin ez radigehînim ji we re.
Ev zanyariyane bi ti sazî û kesên din re ne hatine parvekirin. Ev zanyariyên ku di bin tewanê MÎT’ê de hatine komkirin ji aliyê kesekî yan yekî hinder ve ji vê rojnameyê re hatine servîs kirin.”
Çelîk di axaftina xwe de peyvên ku Serokwezîrê Tirk Erdogan a ji bo Cemeetê “ji bo Tayyip Erdogan jî hat lê paşda vegerand” bi kar anîn.
JI BO DIBISTANÊN CEMEET’Ê DI QADA NAVNETEWÎ DE PIŞTGIRÎ!
Çelîk ji bo dibistanên Erdogan yên cemeet’ê yên ji derve diyar kir ku di temasên giring kirine û wiha got: “Ez li serokên dewletan yê Serokwezîr geriyam ku ji şahidên wanên ku xwedî derketin ali vê meselê me.”