Cejna vejînê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Marsîlya û Bordeaûx ên Fransayê û li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate pîrozkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurd tevî dostên xwe bi meşaleyan meşiyan.

Di meşê de her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Çalakgeran li kolana Jûlîetteyê jî aleke mezin a PKK'ê daliqandin.

Di dawiya meşê de li meydana Vîeûx Portê mîtîngek pêk hat û bi teqandina fîşekên hewayî salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî ciwanan bi meşeke bi meşaleyan cejna vejînê pîroz kirin.

Di meşê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hate gortin û bi deqeyeke rêgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê û dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê meşeke bi meşaleyan pêk hat.

Bi sedan kes tevlî meşa ciwanan bûn.

Tevî posterên Ocalan alên PKK, KCK, YPG, YPJ hatin hildan.