Çawişê pispor ê li ber avê ket, mirî hat dîtin
Çawişê pispor ê li ber avê ket, mirî hat dîtin
Çawişê pispor ê li ber avê ket, mirî hat dîtin
Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, çawişê pispor Gokhan Gunbey ê li ber ava Çemê Hacibeyê ket, cenazeyê wî hat dîtin.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, li bajarokê Rûbarokê çawişê pispor Gunbey gava werîsê teleferîka ser Çemê Hacibey qut dikir, li ber avê ket. Xebatên lêgerîna wî, ku bi rojan e tê meşandin, îro jî dewam kir.
Di encama xebatên lêgerînê yên Ekîba Lêgerîna Binêavê û ekîbên ji Wan û Colemêrgê, cenazeyê Gunbey 500 metre dûrî cihê li ber avê ketiye, hat dîtin.
Cenazeyê ku ji çem hat derxistin, li dû lêkolîna Dozgerê Komarê, ji bo otopsiyê şandin Colemêrgê.