Çapemeniya tirk dereng ma, Davûtoglû dest avê bûyerê

Çapemeniya tirk dereng ma, Davûtoglû dest avê bûyerê

Di 17’ê Nîsanê de li Almanyayê doza Rêxistina Binerdê ya Sosyalîst Nasyonal (NSU) dest pê dike û ji ber ku cih nedan çapemeniya tirk, Tirkiyeyê mudaxele kir. Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, li hempîşeyê xwe Guîdo Westerwelle geriya û xwest mudaxeleyê bûyerê bike.

Tirkiyeya ku êdî daraz di bin siya siyasetê de dimeşe, vê carê mudaxeleyê daraza Almanyayê kir. Doza endamê NSU Beat Zschape yê ku di 17’ê Adarê de dê pêk were de dê 50 rojnameger bikevin rûniştinê û ji ber ku yek rojnamegerekî Tirk nav wan de tunebû, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Davûtoglû dest avêt bûyerê.

Li gorî rojnameya Bîld, Davûtoglû li hempîşeyê xwe Westewelle geriyaye û daxwaz kiriye ku ligel rojnamegerên tirk divê parlamenterê wan jî tevlî rûniştinê bibe.

Hate hînbûn ku, Guîdo Westerwelle di hevdîtina xwe de ji Davûtoglû re gotiye; Hêviya me eve ku çapemeniya tirk bi awayekî zelal û vekirî doza NSU yê ku ji ber sedema kuştina 10 kesan ku ji van 8 kes tirk bûn, bişopîne.

CIH DAN 50 ROJNAMGERÊN ZÛ TEVGERIYAN

Doza ku di 17’ê nîsanê de li Dadgeha Bilind ya Eyaleta Munîs (OLG) tê dîtin û endamê NSU Beata Zschape tê darizandin de, 123 rojnamegerên biyanî û herêmî ji bo şopandinê serî lê da. Lê ji ber tengasiya tunebûna cih hate îlankirin ku dê tenê 50 kursiyê bidin. Ligel vê daxuyaniyê jî ji çapemeniya tirk tu rojnamgerî cih negirt.

Çapemeniya tirk, ligel ku li gorî rêbazên ku OLG destnîşan kiriye, xebatan nameşîne jî gilî kir. OLG berê jî daxwaza tevlibûna sefîrê Tirkiyeyê a rûniştinê red kiribû.