Çapemeniya Başûr -1

Di cîhana me ya îro de azadiya çapemeniyê weke yek ji pîvanên bingehîn ên demokrasiyê tê nîşandan. Li welatekî çapemenî lê ne azad e, ne pêkane mirov behsa civak û sîstemeke demokratîk bikin.

Di cîhana me ya îro de azadiya çapemeniyê weke yek ji pîvanên bingehîn ên demokrasiyê tê nîşandan. Li welatekî çapemenî lê ne azad e, ne pêkane mirov behsa civak û sîstemeke demokratîk bikin.

Medya û teknolojiya ragihandin, bi pêşketinê re bandoreke mezin li ser rêbaz û fonksiyona saziyên civakî, aborî, siyasî û çandî kirin. Tekonolojî û amûrên ragihandinê yên bi xurtî bi pêş ketin, bûn sedem dewlet qada xwe ya serdestiyê bi vî rengî xurt bikin û bi van navgînan re serdestiya xwe ya îdeolojîk, siyasî û çandî li ser civakê qewîn bikin.

Her çend di serdema heyî de ji aliyê sîstemên demokratîk ve weke hêza çaremîn tê dîtin jî; hêzên serdest ên xwedî hêza qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê, ji bo serdestiyên xwe yên îdeolojîk xurttir bikin medyayê weke navgîneke bingehîn bi kar tînin. Di rewşeke bi vî rengî de çapemenî-weşana azad, tevî hemû zor û zehmetiyan jî, ji bo bibe dengê bindestan û civakê, têkoşîna azadî û edaletê her tim li dijî hêzên serdest domandiye.

MEDYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI BIN XIZMETA DESTHILATDARIYÊ DE YE

Piştî vê destpêka kurt, temaşekirina li xalên lêkolînên li ser azadiya çapemenî-weşana Başûrê Kurdistanê hatine kirin, wê ji bo dîtina asta demokratîk a sîstema heyî, ku sîstema xwe ya siyasî hînê di pêvajoya avabûnê de ye, bibe alîkar. 

Mîna li tevahiya cîhanê li Başûrê Kurdistanê jî, bi pêşketina mezin a teknolojîk re medya gav bi gav dikeve bin xizmeta hêzên li herêmê xwedî desthilatdarî û aboriyê. Ji xwe li gorî lêkolînên hatine kirin weşan-çapemeniya li Başûrê Kurdistanê, di bin kontrola rêveberiya herêmê ya li dora partiyane.

BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE

Daneyên salane yên navenda lêkolîna mafên mirovan ên çapemeniyê Metro Center, radixin pêş çavan ku azadiya çapemeniyê ya li Başurê Kuristanê roj bi roj bêhtir tê binpêkirin.

Li gorî daneyên Metro Center ku agahiyên statîstîkî yên binpêkirina mafên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê her sal diweşîne, temaşeker, xwendevan û rojnamevanên ji bo nûçeyan pêşkêşî wan bikin li ser kar in, bi awayên cuda tên astengkirin; rastî heqaretê tên û pêşî li çêkirina nûçeyan tê girtin.

SALA TARÎ: 2011

Di raporên salane yên Metro Center de sala 2011'an weke 'sala tarî ya rojnamevaniyê' tê pênasekirin. Ev pênase, ji bo dîtina rewşa tirsna û zehmetiyên rojnamevaniya li Başûrê Kurdistanê pê re rû bi rû ye, agahiyên girîng pêşkêş dike.

Binpêkirina mafan di sala 2012'an de 132, di sala 2014'an de jî 210 hatin tespîtkirin.

Der barê binpêkirina mafê azadiya çêkirin û weşandina nûçeyan di navbera salên 2011 û 2014'an de bi vî rengî ye: "2011 (359), 2012 (132), 2013 (193), 2014 (210)."

Di sala 2011'an de her çend bûyereke mirinê ya li vê qadê rû nedabe jî, binpêkirina mafan di hejmara bilind a 359'an de bû. Metro Center sala 2011'an ji bo pîşeyê rojnamevaniyê weke 'sala tarî' pênase kir. Ji ber ku li gorî çend aslên dawî binpêkirina mafan herî zêde di vê salê de hatin tespîtkirin. Hemû binpêkirin jî ji aliyê organên desthilatdariyê ve, hatin kirin.

ZEXT SAL BI SAL ZÊDE BÛN

Lê belê ji bo astengî û qedexeyên li ser çapemenî-weşanê baştir were dîtin, divê li agahiyên statîstîkî yên hin salan were temaşekirin. Di rapora Metro Center de binpêkirina di sala 2012'an de hatiye tespîtkirin 132 ye. Li gorî vê yekê kesek hat girtin, 5 kes rastî gefa mirinê hatin, 21 kes rastî êrîşa fîzîkî hatin, 67 ji ber astengiyê nekarîn nûçeyan çêbike, 12 kes rastî heqaret û destdirêjiyê hatin, ekîpmanên 34 kesan hatin desteserkirin û kesek rastî êrîşa çekdarî hat.

Li gorî grafîka ji sala 2012'an heta 2014'an, ev binpêkirin her zêde bûye. Di sala 2013'an de 193 kes û di sala 2014'an de jî 210 kes di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de rastî binpêkirina mafên mirovan hatin.

Binpêkirina mafan di sala 2014'an de jî bi vî rengî bû: "Kesek di dema meşandina karê rojnamevanyê de jiyana xwe ji dest da, kesek birîndar bû, 2 kes rastî lêdanê hatin, kesek hat revandin, 12 kes hatin girtin, 80 kes di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, ekîpmanên 29 kesan hatin desteserkirin, ekîpmanên 16 kesan zerar dîtin, 6 kes hatin biçûkxistin û mala rojnamevanekî rastî serdegirtinê hat.

'MERCÊN XEBATÊ XERAB DIBIN'

Em careke din bibîr bixînin ku hejmarên me li jorê destnîşan kirin, bi tenê yên hatine tespîtkirin e.

Dema ev rewşa sal bi sal were nirxandin wê bê dîtin ku mercên rojnamevaniyê yên li Başûrê Kurdistanê her sal xerab dibin. Endama Rêveberiya Sendîka Çapemeniyê ya Silêmaniye Hana Şivan ev hejmar tespît kir û got, "Beriya niha bi 5-6 salan mercên rojnamevaniyê yên li Başûrê Kurdistanê baştir bûn. Ev merc zehmet dibin."