Cangoriyên Madimakê li Stockholmê hatin bibîranîn

Li Sêwasê di 2’ê Tîrmeha 1993’an de ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewletê qetlîama Madimakê hatibû kirin. Cangoriyên qetlîama Madimakê  li paytexta Swêdê li Stockholmê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Federasyona Elewiyên Swêdê ve hate lidarxistin û Ozan Alî Çagan ê ku ji qetliamê filitîbû beşdar bû û got, “Tevî ku 25 sal bi ser qetlîamê re derbas bû birîna Madimakê hê nehatiye pêçan. Heta ku kujerên qetlîamê dernekevin pêşberî edaletê wê ev birîn neyê pêçan.”

Çagan wiha domand; “Dema ku Pîr Sûltan Abdal ber bi sêpeya darvekirinê ve diçû Hizir Paşa ji bo wî çong danî û xwest bîat bike. Dema ku Pîr Sûltan Abdal gav bi gav ber bi darvekirinê ve diçû Hizir Paşa ditirsiya. Ji bo vê ev 500 sal e Pîr Sûltan ji nava dilê me de nayê jêbirin. Ji ber vê Denîz ji bîra me dernakevin. Bila gumanê tu kesî nebe, yên li dijî zilmê wê di dawiyê de her bi ser bikevin.”

Asli Yalçintaş stranek ji Pîr Sûltan Abdal, Helbestvanê Kurd Ehmed Hûseynî jî helbesta Cigerxwîn got. Di merasîmê de daxuyaniya Kongreya Demokratîk a Gelan ya Ewropa (HDK-E) ya ji bo 25’emîn salvegera qetlîama Sêwasê hate xwendin.