Candemîr ê ku nûçe li ser destavêtinê çêkir, hate darizandin

Oktay Candemîr ku li ser destavêtina li zaroka 17 salî ya li Wanê nûçe çêkir, hate darizandin. Rûniştina destpêkê ya darizandinê îro pêk hat.

Rojnamevan Oktay Candemîr ji ber ku li ser bûyera destavêtinê ya meha Çileyê li navçeya Bêgirî ya Wanê nûçe çêkir, bi îdîaya "Nûçeya derew belav kiriye" hate sûcdarkirin.

Rûniştina destpêkê ya dozê îro pêk hat û ji bo 22'ê Hezîrana 2023'an hate taloqkirin.

Li navçeya Bêgirî ya Wanê, meha Çileyê ji ber destavêtina li M.Y. a 17 salî, wezîfedarên dewletê jî di nav de gelek kes ketin ber lêpirsînê. Di encamê de jî 6 kes hatin girtin. Piştre 5 kesên ji ber destavêtinê dihatin darizandin hatin berdan. Doz hîn jî dewam dike.

Rojnamevan Oktay Candemîr li ser bûyerê nûçe çêkir, lê bi îdîaya "Nûçeya derewî belav kiriye û gel xistiye nava panîkê" hate sûcdarkirin.