Çalakiyên nobetê yên ji bo Azadiya Ocalan didomin

Çalakiyên kondanînê ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatine vedan, dewam dikin.

Çalakiyên kondanînê ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatine vedan, dewam dikin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya kondanînê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî vedan di roja 8. dewam dike.

Çalakiya kondanînê ya ku li Qada Repûblîqûeyê dewam dike, îro di pêşengtiya Ciwanên Azad û Tevgera Jinên Kurd de pêk hat.

Eleqeyek zêde ji bo çalakiya kon a ku belavok lê dihatin belavkirin hate nîşandan. Komîteya rêxistinkirina çalakiya kon bang li hemû saziyên derdora Parîsê kir kû bi awayekî girseyî beşdarî çalakiya kon bibin.

Çalakî her roj saet di 10:00’an heta 17:00’an li Qada Repûblîqûe pêk tê.

GALLER

Di pêşangtiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa di çarçoveya çalakiya kondanînê ya bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statu” bang li Kurdên li Ewropa û dostên wan hatin kirin û bi heman armancê li Galer kon hate vedan.

Di konê ku li herêma Cardîff a Newport belavokên ku daxwaz azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin hatin belavkirin, her wiha belavokên ku têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê jî hatin belavkirin. Di çalakiyê de ku wê 3 rojan dewam bike, bi sedan îmze bi daxwaza azadiya Ocalan hatin berhevkirin.

LONDON

Çalakiya kon a ku hefteyek e li deverên cuda yên Londrayê dewam dikin, her ku diçe berbelav dibe. Çalakiya ku her roj saziyek cuda dewir digire, piştî Ciwanên Azad duh jinan dewir girt.

Çalakiya kon a ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina şerên qirêj ê ku li Kurdistanê tê meşandin rastî eleqeyek zêde hat.,Çalakî ji aliyên jinên Kurd ên di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de dewam dike. Çalakiya kon a ku wê heta dawiya mehê bidome, her roj li nuqteyek cuda ya Londonê tê lidarxistin. Belavokên ku bi zimanê îngilîzî hatine amadekirin û bi gotûbêjên welatiyên derdor re eleqeyê zêde dike. Hat diyarkirin ku çalakiya kon bi bandoriyeke mezin wê bi dawî bikin.

DÛÎSBÛRG

Li Bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê çalakiya kon destpê kir. Her wiha di çalakiyê de bal kişandin ser baykotkirina turîzma Tirkiye û qetlîamên dewleta Tirk jî. Çalakiya kon wê bi meşeke mezin di 1’ê Tîrmehê de bi dawî bibe.

Çalakiya kon a ku bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Dûîsbûrg û Endamên Komîsyona Jinan a Dûîsbûrg û Ciwanên Azad a Dûîsbûrgê ve hate lidarxistin, li gel xwendina helbestan, bi axaftin, dirûşmeyan dewam dike.

Hevserokê NCKDD’ê Mûnûr Arslan axivî û bang li Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê û dostên wan kir ku piştgiriyê xurt bikin.

Çalakiya kon wê sibehê ji saet 14:00’an heta 18:00’an ji cihê mayî dewam bike.

...