Çalakiyên ji bo Kobanê didomin
Çalakiyên ji bo Kobanê didomin
Çalakiyên ji bo Kobanê didomin
Îro jî li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê çalakiyên bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê hatin lidarxistin. Bi hezaran kesên ku êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin û piştgirî dan şervanên YPG/YPJ’ê.
LI MÊRDÎNÊ 10 HEZAR KES ÇÛN KONÊ SERSAXIYÊ
10 hezar kesên ku li Qada Newrozê ya navçeya Mêrdînê li hev kom bûn û çûn serdana konê sersaxiyê yê ku ji bo şervanê YPG’ê Selman Tunç ê ku di pevçûna li Serêkaniya Rojava di şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ û YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, hatiye vedan. Di meşê de dirûşimên “Her der Kobanê ye, Her der berxwedan e”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe Goristan” qêriyan.
Di dema taziyeyê de, bavê şervanê YPG’ê Salih Tunç girseyê pêşwazî kir û got: “Kurê min şehîdê gel e. Tenê daxwazek û wesiyeteke min heye, li Kobanêya ku bi xwîna şehîdan heta niha li ber xwe dide xwedî derbikevin.”
Piştî sersaxiyê, girse ber bi Rêya Îpekê ve meşiyan û li rastî êrîşa polîsan hat. Piştî êrîşa polîsan pevçûn dest pê kirin û didomin.
LI SÊRTÊ JI SAZIYÊN SIVÎL DAXUYANÎ
Ji bo kesên bi navê Davut Nas, Kamuran Taş, Yusuf Çelik, Mehdi Erdogan û Necmettin Çelik ên ku di encama êrîşên li dijî çalakiyên protestoyî yên li Sêrt û navçeya wê Misircê pêk hatin jiyana xwe ji dest dan konên sersaxiyê hatin vedan. Tevî rêveberên DBP û HDP’ê, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Belkîza Beştaş Ozdemîr, ÎHD, dayikên aşitiyê, MKM, TUHAD-DER, MEYDER, BDÖ-DER, KURDÎ-DER, MAPER, KESK, bi sedan kes çûn serdana konên sersaxiyê.
Li navenda Sêrtê jî , piştî çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, nunerên 45 saziyên sivîl û komeleyan li Baroya Sêrtê li hev kom bûn. Serokê Baroya Sêrtê Prz. Cemal Acar û diyar kir ku ew êşên gelê Kobanê parve dikin.
DAGHANÊ LI DÎLOKÊ HATE QETILKIRIN SPARTIN AXÊ
Cenazeyê Şahîn Daghan piştî ku ji morga nexweşxaneya dewletê ya Dîlokê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin, anîn navçeya Berwwarî ya Sêrtê û li wir spartin axê. Di merasimê de tevî rêveberên DBP’ê bi sedan kes amade bûn. Di merasimê de dirûşimên “Şehîd Namirin” hatin gotin û li goristana gund spartin axê. Ji bo Daghan, li gundê Sanuhê konê sersaxiyê hate vedan.
AMED’DE POLİSİN ATTIĞI GAZ BOMBASINDAN ETKİLENEN MENEKŞE YAŞAMINI YİTİRDİ
Li Amedê Mert Degîrmencî û Mesut Menekşe ên di çalakiyên Kobanê de di êrîşên polîsan de birîndar bû li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Mesut Menekşe (42) ê ku di çalakiyên piştgiriya Kobanê yên li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 2 roj berê di êrîşa polîsan de ji ber gazê nerihetbû û rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Menekşe serê sibê ji nexweşxaneyê derket û birin taxa Gazîlerê. Menekşe li malê careke din nerihet bûn û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Menekşe piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Amedê dê li Lîceyê bê definkirin. Li Amedê tevî Menekşe di çalakiyên 4 rojan berdewam kirin de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
LI MÊRSÎNÊ PROTESTO
Platoforma Piştevaniya Kobanê ya Mêrsînê, bi armanca balê bikişîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê, li Navenda Forma Kirîn-Firotinê ya Mêrsînê daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de pankartên “Her der Kobanê ye, her der berxwedan e” hate vekirin û dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin gotin. Endama Halkeviyê Tulin Turan axaftinek kir û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê tu pêngaveke berçav li dijî DAIŞ’ê neavêtiye. Turan berxwedana YPG’ê ya 26 roj in li dijî çeteyên DAIŞ’ê silav kir û banga piştgiriya ji bo Kobanê kir.
Piştî daxuyaniya hate dayin, bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşiman bi dawî bû.