Çalakiya zincîra ji mirovan a li ser sînor di roja 13. de ye
Çalakiya zincîra ji mirovan a li ser sînor di roja 13. de ye
Çalakiya zincîra ji mirovan a li ser sînor di roja 13. de ye
Girseya gel a li ser sînor nobeda berxwedanê digirin, berê xwe didin Kobanê û zincîra ji mirovan ava dikin. Beşdarên çalakiyê bi bedenên xwe tîpên YPG-J nivîsandin.
Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê, çalakiya xwe ya zincîra ji mirovan di roja 13. de jî dewam kirin. Li Gundê Misynter ê Pirsûsê çalakger li hev civiyan, bi destê hev girtin, destpêkê sirûdê Çerxa Şoreşê xwend û dûre jî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di çalakiyê de ala PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, girseya gel li qadeke berfireh bi bedenên xwe tîpên YPG/J nivîsand. Li dû çalakiya zincîr, welatiyan rahişt kîsan û derdor ji qirêjiyê paqij kirin.