Çalakiya ODP’ê a lidijî ‘nelirêtiyê’ li rastî êrişa bi satoran hat

Çalakiya ODP’ê a lidijî ‘nelirêtiyê’ li rastî êrişa bi satoran hat

ODP’yiyên ku bi armanca protesto kirina nelirêtiyên hukumeta AKP’ê li Beşiktaşê çalakî pêk anîn, du kesên ku di destê wan de satorên mezin heyîn êrişî çalekvanan kir. Li ser bersivdana ODP’yiyan êrişkar bi sivikî birîndar bûn.

ODP’yiyên ku li Meydana Îskelê a Beşîktaşê civiyan pankarta weke “li hemberî dûzena nelirêtiyê tekoşîn, çareseriya yekane deshilatiya gele” vekirin. ODP’yiyên ku qêr kirina dirûşmeyan ber bi Bazara Beşîktaşê ve meşiyan dema ku gihan Heykelê Kartal, du kesên ku di destê wan de satorên mezin heyîn bi qêrkirina “xayinkarên welat” êrişî çalakvanan kirin.

Li ser bersivdana çalakvanan a êrişkaran herdu êrişkar bi sivikî birîndar bûn û hat diyar kirin ku polîsan satorên di destê herdu êrişkaran de veşartine.

Seroka ODP’a Bajarê Stenbolê Avnî Gûndogan ku nerazîbûn nîşanî êrişê da diyar kir ku ew wê destor nedin Tirkiye yên diz û nelirêtiyê dikin birêve bibin û got ew ji bo cardin bingehê azadî û wekheviyê li Tirkiyê çêbibe wê tekoşîna xwe berdewam bikin. Çalakî piştre bi qêrkirina dirûşmeyan bi dawî bû.