Çalakiya nobetê ya bo Ocalan koma Swêdê dewr girt

Çalakiya nobetê ya bo Ocalan koma Swêdê dewr girt

Li bajarê Strasbourg a Fransayê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja xwe ya 419’an de ji aliyê koma ji bajarê Goteborg a Swêdê ve hat dewr girtin.

Çalakiya nobetê ya li ber Konseya Ewropayê ji aliyê însiyatîfa Azadiya Ocalan ve hat organîzekirin de belavokên baldikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û di çarçoveya kampanyaya bo Ocalan de îmze tên komkirin.

 Koma Gotebourgê ji Koma 60. PYD’ê dewr girt û ji komê Bayram, diyar kir ku heta Ocalan negihêje azadiya dê çalakiyên wan bidomin û gotin ji bo serok dê biçin her cihê cîhanê.

Çalakger Danîel jî got: “Ez Partiya Guherîn a Demokratîk ya Mezopotamyayê temsîl dikim. Azadiya Rêber Apo azadiya gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîne.

Çalakger Ferît jî got divê her kes bizane ku hemû kurd fedayiyên Rê Apone û heta azad nebe dê têkoşîna wan bidome.

Çalakiya ji 25’ê hezîrana 20102’an destpêkir heta niha li Strasbourg a Fransayê didome.