Çalakiya nobeta azadiya bo Ocalan komeke nû dewir girt
Çalakiya nobeta azadiya bo Ocalan komeke nû dewir girt
Çalakiya nobeta azadiya bo Ocalan komeke nû dewir girt
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî a li bajarê Stasbourga Fransayê ket roja 275’emîn. Çalakiya nobetê ya hefteya 40’emîn li pey xwe hişt, peyama Ocalan derket pêş.
Çalakiya her hefte bi komî didome, li bajarê Kassel û Gottîngen ji aliyê koma ku ji 4 kesan pêk dihat dewir girtin. Hefteya borî koma ji 5 kesan pêk dihat roja yekşemê nobet dewir girtibû.
PEYAMA ‘EM XWEDÎ LI PEYAMA OCALAN DERDIKEVIN’
Di çalakiyê de koma ji 4 kesan pêk dihat a ku Meryem Laçîn, Bahattîn Kaplan, Seruxan Akad û Faysal Torî tê de cih digire broşura bi îngîlîzî ya ‘ocalan ki ye’ (Who îs Ocalan) belav dikin. Dîsa belavokên bi almanî û fransî tên belav kirin.
Endama komê Meryem Laçîn diyar kir ku, çalakiya wan ji 25’ê hezîranê de heta niha didome û got dixwazin piştgiriyê bidin azadiya Ocalan û got: “Ez wek dayîkek kurd dibêjim ku şexsiyeteke wek Ocalan di hezar salî carekê de tê û divê ev baş bê nirxandin.”
Seruxan Akad jî got, ji bo wan tenê daxwazên Ocalan derbasdarin û got, ji bo agirbest mayînde be divê dewleta tirk pêngaveke erênî bavêje.
Bahattîn Kaplan jî got, êdî her sê nokte bi tu awayî ku îtîrazê qebûl nake teqez bû.
40 HEFTEYE HER ROJ NOBEDÊ DIGIRIN
Li ber Konseya Ewropayê nobeta ji Ocalan re azadî di navbera komên ku ji 4 û 7’an de diguhere didome. Kom ji nûnerên sazî û gel ve pêk tên. Nobeta ji 25’ê hezîrana het aniha didome, ji aliyê 40 komî ve hat meşandin. Ji bo Ocalan nêzî 3 hezar îmze hat komkirin. 50 hezar belavok û 7 hezar broşur ku biyografiya Ocalan têde heye hat belavkirin.