Çalakiya li Enqereyê DHKC’ê girt ser xwe

Çalakiya li Enqereyê DHKC’ê girt ser xwe

DHKC bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî Navenda Giştî ya AKP’ê û Wezareta Edaletê girte ser xwe. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Wezareta Edaletê ku sembola bê edaletiyê ye û Navenda Giştî ya AKP’ê ku navenda biryargirtina dijminên gele, li derdora demjimêrên 21.00’an  ji aliyê şervanên me ve hatiye hedef girtin.

Şeva din li Enqereyê li dijî Navenda Giştî ya AKP’ê bi çekên lav êrîş hatibû pêkanîn, hemwext bombe avêtibûn avahiya Wezareta Edaletê ya Tirk.

Îro DHKC derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û çalakî girte ser xwe. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “ Desthilatdariya AKP’ê ye ku hemû cure tekoşîna maf û azadiyê bi cop, bombeyên gazê  û terorê di tepisîne. Di êrîşkirina ser gel de tu hiqûqan nas nake û hemû cure hiqûq û zagonan binpê dike. Desthilatdariya AKP’ê ye êrîşî şoreşgeran dike, ser saziyên wan de digire, di şewitîne, îşkence dike, bê delîl bê lêpirsîn digire û qetil dike.”

Di daxuyaniyê de bi zimanek hişk hikumeta AKP’ê û Tayîp Erdogan hişyar kir û ragihand ku ew dê çalakiyên xwe bidomînin.